Ji KCDK-E’yê li dijî qeyûman banga berxwedanê
KCDK-E bertekên tund nîşanî qeyûmên ku şaredarên Kurd desteser kirin da, bang li gel kir ku berxwedanekî bi hêz nîşan dibin.
KCDK-E bertekên tund nîşanî qeyûmên ku şaredarên Kurd desteser kirin da, bang li gel kir ku berxwedanekî bi hêz nîşan dibin.
KCDK-E têkildarî dewleta Tirk a ku bi qeyûman destdanî ser şaredariyên gelê Kurd daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Êrîşên topyekûn ên ku ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP’ê ku li dijî gelê Kurd, şoreşger, demokrat, ronakbîr û hemû beşên muxalîf ên civakê yekî din lê hatiye zêdekirin. Çeteyên Qesrê bi lez û bez di Meclîsê de bi dengan da er ê kirin û şaredariyên Kurdan ên ku bi deng û vîna gel hatine qezeçkirin 11’ê Îlonê bi darê zorê desteserkirin.”
‘EM VAN ÊRÎŞAN NAS NAKIN Û LI DIJÎ DER DIKEVIN’
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku hişmendiya mêtînger a dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û hemû beşên mûxalîf şerekî topykûn daye destpêkirin, di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Hikûmeta AKP’ê û çeteyên wê yên ku ji ti çareseriyan re nabin alternatîf hem li Rojava û hem jî li Baku şer hê kûrtir kiri, bi qeyûman wezîfedarkirina şeredariyan dixwaze daxwazên xwe bînîn cih.
Bi qeyûman desteserkirina vîna bi milyonan kesan ji derveyî binpêkirina mafê rewa yê gelê Kurd, hiqûq û mafê demokratîkbûnê zêdetir tiştekî din nîne. Dewleta faşîst a AKP’ê bi van êrîşan vîna gel tine dihesibîne û bi van qeyûman bi awayekî zelal îlan kir. Ji vê zêdetir terîfekî din a vê nîne. Dixwazin gelê Kurd ji vîn û temsîlyeta wê pê par bihêlin.
Em Kurdên li derveyî welat dijîn ev êrîşa ku li dijî vîna Kurdan hate kirin nasnakin û li dijî derdikevin. Em vê hişmendiya mêtînger a ku xaka me, nasnameya me, vîna me xesp dike nasnakin û destihilatdariya faşîst a AKP’ê jî nas nakin.
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’
Em weke KCDK-E bang dikin ku li hemû deverên ku em lê ne, li dijî êrîşa li ser vîna me daxwazên xwe yên demokratîk nîşan nîşan bidin. Em ê bi rê û rêbazên cuda li dijî van êrîşan bertekên xwe nîşan bidin.
Divê em dewleta faşîst a Tirk ku vîna me nasnakin li dijî êrîşên antî-demokratîk li her derê tehşîr bikin. divê rûyê dewelta Tirk a faşîst nîşanî gelê Ewropayê bê dayîn. Em ê bi hemû şêwazên têkoşîna xwe ya hemdem û demokratîk bikevin nava tevgerê, li dijî dewleta Tirk têkoşîna xwe xurt û bilind bikin.”