Însyatîfa Gel: Li dijî faşîzma Erdotgan bi topyekûn li ber xwe bidîn

Însyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, wiha got: “Em bang li gelê xwe yê welatparêz û hemû der dorên demokrat dikin, li dijî êrîşên faşîst ên Erdogan, xwe rêxistin bikin û topyekûn bikevîn nava berxwedanê.

Însyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku êdî bi zelalî derket holê ku hikûmeta AKP’ê ya faşîst li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Gelê Kurd êrîşên topyekûn daye destpêkirin û dewam dike.

Însyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê ya faşîst êdî bi hişkere radigihîne ku ew ê li dijî Rêbertî û gelê me êrîşen giştî bike. Gelê Kurd bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Rojava, rûpoşa li ber rûyê Erdogan û hikûmeta AKP’ê hilandiye, rûyê qirker ê li dijî gelan nîşanî hemû dinyayê daye, Însyatîfê wiha got: “Nêzîkatiya li Rêbertiya me ku vîn, hebûn û siberoja gelê me ye, nêzîkatiya li gelê me ye. Rêbertiya me di şertên dîrokî yên dîlbûnê de li Imraliyê berxwedana xwe ya bêhempa didomîne. Erdogan ê faşîst ê dîktator ku nekarî berxwedana Rêbertiya me bişikîne, nekarî dîl bigire, hêrsa xwe bi êrîşkirina ser nirxên gelê me, destkeftiyan pêk tîne û wiha tolê dihilîne. Ji bo vê jî, em hemû hevalên ku ji bo tendiristî, ewlekarî û azadiya Rêbertiya me ketine girêva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger slav dikin!”

Însyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi bîr xist ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê Erdogan li dijî hemû kesên ku ne ji wan e şerekî qirêj daye destpêkirin, bi tirsandina hemû gelên Tirkiyê, bi pirnisandina wan, dixwaze wan dîl bigire û zextên xwe zêde kirine. Însyatîfa Gel wiha anî ziman: “Hikûmeta AKP’ê hemû hebûna xwe li ser şerê tinekirina Kurdan, şoreşgeran û sosyalîstan kiriye. Divê Erdogan ê faşîst û hikûmeta AKP’ê ya şerê taybet vê baş bizanibin; ne li Bakurê Kurdistanê û ne jî li Rojava ti caran nikarin Kuran radest bigirin. Hikûmeta AKP’ê ku tenê ji bo ku demokrat in ew ji kar kirin, şaredariyên ku ji gel re xizmetê dikin desteser kirin, siyasetmedaran digirin, êşkenceyê li wan kesan dikin ku dibêjin em welatparêzin, li dijî berxwedana xwerêveberiyê ya gelê me têk çûne. Dawiya hikûmeta AKP’ê bi gotina, ‘’niha dema azadiyê ye’’ wê berxwedana me ya nûwaze bîne.

Di vê pêvajoya şoreşê de ku êdî zema ê Kurdan e, êdî ji bo ku em bi Rêbertiya xwe re bi azadî bijîn û siberoja xwe bi dest ve bînin, ji bo her tiştên ku ji dest me çûyî em dîsa bi dest ve bînin, ji bo em şerê xwe yê gel bidin destpêkirin, ji bo em derba dawî li hikûmeta AKP’ê bixin ku bêyî rêz û rêçikekê binase welatê me, xaka me, mala me bi bêhedî kavil dike, roj roja berxwedanê ye û xwedîderketina li şaredariyan e.

Li ser vê zemînê em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, derdorên demokratîk dikin ku li dijî dîltatoriya faşîst a Erdogan xwe bi rêk û pêk bikin û bikevine nav berxwedana dîrokî ya giştî!”