YPG: 6 çete hatin kuştin
YPG'ê ragihand, ji çeteyên êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin 3 hatin kuştin. Li derdora Şedadê jî 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
YPG'ê ragihand, ji çeteyên êrîşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin 3 hatin kuştin. Li derdora Şedadê jî 3 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, êrîşên okmên çete yên ser bi 'Koalîsyona Sûriyeyê' û artêşa Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdisstanê û Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. YPG'ê diyar kir, li tax Şêx Meqsûd a Helebê 3 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniyê de li ser êrîşên çeteyan û encama şerê qewimî, ev agahî hatin dayîn:
"9’ê Îlonê saet di navbera 23.00 û 24.00’an de çeteyên El Nûsra, tevî çeteyên Koalîsyona Sûrî xwestin li dijî çeperên hêzên me ya Girê Qestel êrîşek lidar bixin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt qewimî û çete neçar man ji qadê birevin. Çeteyan piştî xwe ji qadê dûr xistin bi çekên giran û topên cûrbecûr êrîş birin li ser heman herêmê . Encama şerê vê herêmê û hejmara kuştî û birîndarê çeteyan nehat zelalkirin.
Êrîşên çeteyên giredayî Koalîsyona Sûrî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin. Di çarçoveya van êrîşan de 9’ê Îlonê saet 17.00’an û 10’ê Îlonê saetên nîvro çeteyan ji milê Mesbeh û Seken Şikeyf êrîş kirin. Piştî bersivdayina hêzên me li qadê şer qewimî. Di vî şerî de bi qasî hat zelalkirin 3 çete hat kuştin û çetekî jî birîndar bû.
Çeteyan şeva 10’ê Îlonê ji çeperên xwe yên Ezazê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Maranêz ê Efrînê.
Her wiha çeteyan îro danê sibehê (11’ê Îlonê) saet di navbera 07.00 û 07.30’an de ji çeperên xwe yên Ezazê bi fuzeyên Grad êrîş birin li ser navçeya Cindirêsê û girên derdora vê navçeyê. Di encama êrîşê de bi qasî hat zelalkirin welatiyekî sivîl hat birîndarkirin.
Êrîşên Arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî dewam dikin. Artêşa Tirk 10’ê Îlonê danê sibehê bi çekên giran êrîş bir ser çeperên hêzên me ya nêzî gundê Tilseriyê yê li rojavayê Kobanê.
Arteşa Tirk danê nîvro jî li ser gundê Hemam ê girêdayî Efrînê bi balafirên bê mirov qadên hêzên me keşif kiriye. Piştî hêzên me gulê reşandin balafira keşfê ji qadê reviyê.
Bi awayekî hemwext çeteyên girêdayî Koalîsyona Sûrî jî li ser gundê Maranêz a giredayî Efrînê balafirên keşfê bi tîpa Drone firandin.
Çeteyên DAIŞê 10’ê Îlonê saet 17.00’an de bi topên hawanan êrîş birin ser gundê Malha yê Şedadê. Hêzên me jî bi alîkariya balafirên koalîsyona navneteweyî çeteyên êrîş lidarxistin kirin hedef û di encama lêdana balafiran de qasî hat zelalkirin 3 çete hatin kuştin.
Şeva 10’ê Îlonê hêzên me 2 kesên bi gumana bi çeteyên Cerablûs dagirkirin re tekîlî de ne li bajaroka Şêxler binçav kirin."