Gelê Pirsûsê li ber Şaredariyê li hev dicive
Piştî ku dewleta AKP'ê qeyûm li Şaredariya Pirsûsê tayîn kir, gelê navçeyê xwedî li vîna xwe derket û berê xwe da ber avahiya şaredariyê.
Piştî ku dewleta AKP'ê qeyûm li Şaredariya Pirsûsê tayîn kir, gelê navçeyê xwedî li vîna xwe derket û berê xwe da ber avahiya şaredariyê.
Yek jî şaredariya ku qeyûm tayîn kirine Şaredariya navçeya Pirsûsê ya Rihayê ye. Piştî gel bihîst qeyûm tayînî şaredariyê kirine û polîsen Tirk dor li şaredariyê girtine, gelek kes çûn ber avahiya şaredariyê. Polîsên Tirk bi ser şaredariyê ve girtin û hê jî li nava şaredariyê lêgerînê dikin. Girseya gel, ku Hevşaredar Halîl Akbaş û xebatkarên meclisê jî di nav de ne, li ber avahiya şaredariyê disekinin.
Girseya her ku diçe hejmar zêde dibe, girse bi dirûşmên wekî "Em xwedî li vîna xwe derdikevin" bersivê didin hêzên dewletê.
Polîsên Tirk li vir êrîşî gel kirin. Di maşînên TOMA de li ser welatiyan de ava şid hat reşandin û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kir.
Aloziya li herêmê di nava kolanan de belav bûn.