DBP: Di cejnê de jî wê berxwdan bidome
DBP'ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û diyar kir, berxwedan wê di cejnê de jî dewam bike û êrîşên li dijî azadiya gel wê bên pûçkirin.
DBP'ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û diyar kir, berxwedan wê di cejnê de jî dewam bike û êrîşên li dijî azadiya gel wê bên pûçkirin.
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Sebahat Tûncel û Kamûran Yuksek, bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşandin.
Di peyamê de hat gotin, ew bawer in wê li Rojhilata Navîn aştî, azadî û aramî bi pêk werin û hat gotin, "Polîtîkayên AKP'ê yên yekparêz, nîjadperest û milîtarîst her dem li dijî Kurdan bûye plana çok şkandinê. Bi vê rêyê çav berdane hemû destketiyên Kurdan. Dixwaze siyaseta demokratîk ji holê rakin."
Di dewama peyamê de Hevserokên DBP'ê Tûncel û Yuksek gotin, "Tevî zext û zilma lê tê kirin jî gelê me bi ser bilindî têkoşîna xwe ya rûmetê berdewam dike. Ev berxwedana gelê me ya ji bo azadî û destketiyên gelan, wê siberoja hemû gelan ronî bike. Wê di vê cejnê de jî gelê me berxwedan û têkoşîna xwe dewam bike. Wê hemû êrîşan pûç bike. Em heta dawiyê bawer in, ku kesên têkoşîna heq û edaletê didin meşandin wê bi ser kevin. Em careke din em bi hêviya aştî, azadî û edaletê Cejna Qurbanê ya alema Îslamê pîroz dikin."