Şêniyên Mexmûrê: Divê Şaredarî ji qeyûman re neyên hiştin
Desteserkirina Şaredariyên DBP'yî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Desteserkirina Şaredariyên DBP'yî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi rêya qeyûman vîna gelê Kurd hatiye desteserkirin û bang li her kesî hat kirin, ku li dijî vê dagirkeriyê bi rengekî xurt li ber xwe bidin.
Gelê Mexmûrê duh saet 17:00 de li ber Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li hev civiya û daxuyaniyek li vir hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Şaredariyên li Bakurê Kurdistanê vîna ge in û kes nikare vîna gel bişikîne.
Di dem daxuyaniyê de Hevşaredarê Wargehê Kendal Kara axivî û got, "Em weke gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî êrîşên dewleta AKP’ê ku dewleteke li ser bingeha înkar û îmhayê xwe bi rêve dibe şermezar û lenet dikin. Wek tê zanîn hikûmeta AKP’ê nekarî bi hilbijartinê şaredariyan bigire û serî li rêbazên sextekariyê daye. Bi vî awayî bi rêya qeyûman dest daniye ser 24 şaredariyên Bakurê Kurdistanê. Bêguman li hemberî van êrîşên hovane berxwedaneke gelê me ya bêhempa heye. Em jî weke gelê wargeha Mexmûrê berxwedana wan silav û destek didin."