Bi hezaran welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê, cenazeyên şehîdên Yekîneyên Parsatina Gel (YPG) Delîl Ebdulrehman Ehmed (Sebrî Hemze), Mihemed Kemal Izo (Delîl Cûdî), şervanê Hêzên Sûriyeye Demokratîk (QSD) Xanim Iyad Xelef (Ebû Hela El-Dêrî) yên ku di 11‘ê Îlonê de li gundê Ezawî yê Şedadê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên şervanê YPG‘ê Şahîd Yûnis (Şahîn Şiyar), Yasir Hisên El-Hisên (Rêber Hesekê) û Mihemed Ferhan Henan (Serhed Şîno) ên di 12‘ê Îlonê de di berxwedana gundê Ezawî yê Şedadê de jiyana xwe jidest dan, şervanê QSD’ê Ebdulîlah Talib Eyo (Lorens Amed) û Ebdulhemîd Meter El-Reca (Seydo Hesekê) yên di 6'ê Îlonê de di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe jidest dan her wiha şervanên YPG‘ê Ebdulrehman Elî El-Elî (Botan Hesekê), Ehmed Medlûl El-Zixêr (Şêxo), Hisên Selîm Silêman (Hogir Hesekê) ku di 23’ê Tebaxê de li gundê Ezawî jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG‘ê Stîfan Ferhan Henan (Gawir Botan ) yê di 13'ê Îlonê de li gundê Ezawî yê Şedadê jiyana xwe ji dest da, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin. Girseya gel cenazeyên cangoriyên bi konvoyek ji wesayîtan bir goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê. Girseya gel wêneyên têkoşeran û alên YPG/ YPJ'ê, QSD û TEV-DEM‘ê hilda û dirûşmeyên 'Şehîd namirin' qîriya
Li goristanê bi sedan şêniyên gund pêşwaziya cenazeyên têkoşeran kirin. Şervanan cenazeyên her 12 hevalên xwe dan ser milên xwe, derbasî goristanê kirin û li cihê merasîmê bi cih kirin.
Di destpêkê de Hêzên Disiplînên Leşkerî merasîmeke leşkerî lidar xistin. Piştre li ser navê Fermandariya YPG/YPJ‘ê û QSD‘ê Fermandarê YPG‘ê Lewend Rojava axivî. Lewend Rojava di destpêkê de, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.
Rojava bal kişand ser agirbesta ku li Sûriyeyê hatiye îlankirin û got: "Ji bo Cejna Qurbanê agirbest li Sûriyeyê hat îlankirin. Hêzên QSD'ê ji bo rawestandina rijandina xwînê agirbest pêk anîn. Lê hêzên terorîst tevî cejnê jî agirbest binpê kirin û êrîşî şervanên me kirin. Lê şervanên YPG‘ê QSD‘ê jî ji ber ku mafê wan ê xweprastinê heye, bersiva tund dan wan û gelek ji wan kuştin. Ti pîvanên exlaqî û mirovî yên terorîstan tine ne. Di rojên pîroz de êrîşan pêk tînin û dixwazin aramiya herêmê hedef bigirin."
Rojava di dewama axaftina xwe de li ser nirxê şehadetê axivî û ev tişt got: "Şehîdên ku îro em wan oxir dikin, bi qehremanî li hember planên hêzên dagirker sekinîn û berdelên giranbûha dan. Şehadet giran e, berdela azadiyê jî giran e, eger em bixwazin bi aramî bijîn pêwîst e em şehîdan bidin. Dema şehîd hebin em netirsin: serketin heye."
Fermandarê YPG'ê Lewend Rojava di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya têkoşeran û avakirina jiyana azad da.
Di merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen jî axivî û bal kişand ser berxwedana Kobanê. Hesen got, du salan beriya niha li Kobanê berxwedana mezin hatin meşandin û got: "Berxwedana Kobanê bû bingeha avakirina sîstema federal a Rojava-Bakûrê Sûriyeyê û Kurdistaneke azad. Ev yek encama têkoşîna 40 salên berê ya li ser bingeha fikir û ramanê Ocalan û xwîna pêkhateyên Sûriyeyê ye."
Cahid Hesen di dewama axaftina xwe de bal kişand ser planên hêzên komploker ên li dijî Sûriyeyê û got: "Hin dewletên navneteweyî û herêmî ji bo sîstema me têk bibin, di roja salvegera şerê Mircdabiq de, dîsa ketin Cerablûsê. Xwestin bi vê yekê serdema Osmaniyan zindî bikin û bêjin van e em hîna hene û bi hêz in. Lê ji bîr kirin ku ev dem ne dema berê ye, ev serdema berxwedana Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ye."
Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên têkoşeran xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên têkoşeran di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.