Li Silêmaniyeyê qeza trafîkê: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li ser rêya navbera Seyîdsadiq û Şarezûrê qezayeke trafîkê rû da. Di bûyerê de 2 wesayît li hev qelibîn û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya navbera Seyîdsadiq û Şarezûrê qezayeke trafîkê rû da. Di bûyerê de 2 wesayît li hev qelibîn û 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Qeza îro danê sibehê li ser rêya sereke ya navbera her du navçeyên Seyîdsadiq û Şarezûr ên ser bi Silêmaniyê, 2 wesayît li hev qelibîn. Di qezayê de qemyonek û wesayîtek li hev qebilîn. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Hat ragihandin, ajokarê qemyonê yê birîndar rakirine Nexweşxaneya Giştî ya Şehîd Reûf Beg a li navçeya Şarezûrê. Her wiha hêzên polîs û ewlehiyê yên çûne cihê bûyerê, têkildarî qezayê dest bi lêkolînê kirin.