Gerîlayên HPG’ê çalakiyên bi bandor didomînin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku çalakiyên gerîla li bakurê Kurdistanê bi berfirehî dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku çalakiyên gerîla li bakurê Kurdistanê bi berfirehî dewam dikin.
HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; 14’ê Îlonê saet 12.40’an hêzên gerîlayan bi çekên navîn û ferdî li wesayîtek leşkerî ya Reo ku diçû qereqola Perîxanê ya li Esendere ya Colemêrgê, kuleyên nîzamiyeyê û leşkerên li ber qereqolê dixebitîn dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku çalakiyên gerîla li bakurê Kurdistanê bi berfirehî dewam dikin.
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê wiha ne:
“14’ê Îlonê saet 07.30’an hêzên me li dijî qereqola Yenîkopru ya li sêgoşeya Colemêrg-Gever-Wanê çalakiyek bi hewanan li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.
14’ê Îlonê saet 17.00’an hêzên me bi çekên giran li qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê dan. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.
10’ê Îlonê artêşa TC li mintiqa Herkî ya girêdayî Şemzînanê ya Colemêrgê operasyona dabû destpêkirin. Operasyon 15’ê Îlonê (îro) danê sibehê bêencam vekişiya.
14’ê Îlonê saet 18.00’an hêzên me yên YJA Starê bi hewanan li dijî Tûgaya Çelê ya li Colemêrgê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de agir bi avahiyek tûgayê û benzînxaneyê girtiye.
14’ê Îlonê saet 18.00’an artêşa TC bi balafirên şer mintiqayên gundê Kinyanîş û geliyê Şehîd Ozgur bomberdûman kirin.
LI DIJÎ LEŞKERAN ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
14’ê Îlonê saet 05.40’an hêzên me li dijî leşkerên ku li qada Kêlik a girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di nav tevgerê de bûn çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin. Piştî çalakiyê, qereqolên Tirk ên Tepê Meymûn û Tepê Çetan ên li ser xeta sînorê herêma Heftanînê, qada Deriyê Davetiya da ber obus û hewanan.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; 14’ê Îlonê saet 12.40’an hêzên me bi çekên navîn û ferdî li wesayîtek leşkerî ya Reo ku diçû qereqola Perîxanê ya li Esendere ya Colemêrgê, kuleyên nîzamiyeyê û leşkerên li ber qereqolê dixebitîn dan. Di encama vê çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC li qada operasyonek da destpêkirin. Ev operasyona ku 2 saetan berdewam kir bêencam vekişiya.
LI ŞAXÊ LI DIJÎ KONVOYA LEŞKERÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
13’ê Îlonê saet 23.30’an mabeyna gundên Karçîtê û Sakê, hêzên me li dijî konvoya leşkerî ya ji qereqola Girê Sor a girêdayî navçeya Şax a Wanê derdiket çalakiya sabotajê li dar xistin. Wesayîtek zirxî ya vê konvoyê ruxiya; 10 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin, kepçeyekê jî kavilên wesayîta zirxî paqij kir.
14’ê Îlonê saet 19.00’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku ewlehiya rêya Wan-Elbakê pêk danîn, ji 3 baskan ve çalakî li dar xistin, 3 leşker kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky anîn Wanê.
LI ŞIRNEXÊ ŞER
13’ê Îlonê danê êvarî artêşa TC li qûntarên Çiyayê File, Çelê Nimeja, Bestê Meryemê û Sêgirkê yên girêdayî Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. 14’ê Îlonê dema komek gerîlayên ji bo wezîfeyên ketin rê bi leşkeran re hevrû bûne û şerekî demkurt qewimiye. Yekîneyek din a gerîlayên me jî komek leşker xistine bin kontrola xwe û bi çekên giran li wan dane. Lê, li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Li ser vê jî artêşa TC qedemeyekê vekişiyaye.
14’ê Îlonê saet 16.00’an hêzên me li qada Berê Bîra li dijî komek leşkeran çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Dema operasyonê artêşa TC bi çekên giran li Çiyayê Fila, Bestê Meryemê û Besta Bilûzerê da. Operasyon, 14’ê Îlonê danê êvarî bêencam vekişiyaye.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de; Di navbera 13’ê Îlonê saet 21.15’an û 14’ê Îlonê danê sibehê de hêzên me yên YJA Starê ji 2 baskan ketin navenda navçeya Xîzan a Bedlîsê. Li vir hêzên me bargehek leşkerî kirin hedef û bi awayekî bi bandor lê dan. Hêzên me ji bo demekê taxên Esentepe, Kultur, Aşagi Karasû û rêya navenda Xîzanê girtin kontrola xwe.
LI AMEDÊ LI DIJÎ GIRÊ KU LEŞKER LÊ BÛN ÇALAKÎ
14’ê Îlonê hêzên me li dijî girekî ku leşkerên artêşa TC li çoltera Licê ya Amedê xwe lê bi cih kiribûn çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de çeper, wesayîtên zirxî û kepçe yên li gir, bi çekên RPG-7, BKC û çekên ferdî hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de 4 leşker mirin, 4 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi ambûlans û helîkopteran rakiriye.
5’ê Îlonê saet 01.00’an yekîneyek gerîlayên me li pira navbera navçeya Dihê ya Sêrtê û Dihaya Kevn de bi leşkerên artêşa TC re hevrû bûn û şer rû daye. Di vî şerî de 2 gerîlayên me şehîd bûne.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Arîf Denîz
Nav û Paşnav: Fethî Behrem Kûtûm
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Hamîde - Behrem
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Îlon 2016 / Sêrt
Nasnav: Sarya Rozerîn
Nav û Paşnav: Eylem Elçîçek
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Gule - Reşît
Dîrok û Cihê Şehadetê: 5 Îlon 2016 / Sêrt
18’ê Tebaxê li qada Sînega ya girêdayî Agiriyê mabeyna artêşa TC û hêzên me de şer rû dabû. Di vî şerî de gerîlayekî me şehîd bûye.
Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ye:
Nasnav: Çayan Serhat
Nav û Paşnav: Bahaddîn Çakin
Cihê Jidayikbûnê: Erdexan
Navê Dayik û Bav: Gulnaz - Abdûlrahman
Dîrok û Cihê Şehadetê: 18 Tebax 2016 / Agirî
8’ê Tebaxê hevalê me Kandîl Zagros dema li ser wezîfeya xwe bû ji ber qezaya hewanê şehîd bûye.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye:
Nasnav: Kandil Zagros
Nav û Paşnav: Ethem Dûrû
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Gulîzar - Abdûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 8 Tebax 2016 / Colemêrg”