Artêşa Tirk 2 ciwan bi êşkenceyê birîndar kirin
Dema ku 2 ciwanên ji Kantona Efrînê xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin girtin û hatin êşkencekirin.
Dema ku 2 ciwanên ji Kantona Efrînê xwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin girtin û hatin êşkencekirin.
Ciwanên bi navên Mazin Henîf (19) û Abdulrehan Hemîd (36), hewl dan di gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê re, sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derbas bikin, ji bo ku li Tirkiyeyê bixebitin û pêdiviyên malbatên xwe bi cih bînin. Lê li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirk ev hatin girtin û êşkence kirin.
Piştî ku Leşkerên Tirk herdû ciwan êşkence kirin, ew avêtin ber sînor. Welatiyan ew rakirin Nexweşxaneya Qinber a li bajarê Efrînê.
Li gorî Buroya Lêpirsînê ya Asayîşa Efrînê, birîna her 2 ciwanan giran e. Yek ji wan ji lingê xwe de birîndar e û yê din jî di destê xwe yê çepê birîndar bûye.