10 şervan li Qamişloyê bi merasîmekê ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin
10 şervanên ku di berxwedana Şedadê û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, li Qamişloyê bi awayekî girseyî ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin.
10 şervanên ku di berxwedana Şedadê û Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest dan, li Qamişloyê bi awayekî girseyî ber bi bêdawîtiyê ve hatin verêkirin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên Şervanên Yekîneyên Parastina Gel Elaa Abdullah (Dilşêr Qamişlo) yê ku di 10‘îlonê de li Şeddadê jiyana xwe ji dest dabû, Kadar Ezîz (Rojhilat), Mihemed Osman (Ehmed Qamişlo), Kadoz Esed (Sofî Serhad), Welîd Atçî (Hogir), Raman Mehmûd (Botan Cesûr), Kadar Çolî ( Kadar), Mihemed Hesen ( Serbest Hesen), Şêrewan Feath ( Erdal Bexdad) û Ehmed Silêman Osman (Ehmed Bakûr) yên ku di dawiya sala 2013‘an de li dijî êrîşên komên çete yên li ser bajaroka Til Hemîsê jiyana xwe ji dest dan, ji Mala Gel a Taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê. Girseya gel dirûşmeyên ” Şehîd Namirin” berz kir.
Li goristanê cenaze ji aliyê sedan kesî ve di nava tilîliyên dayikan de hatin pêşwazîkirin. Welatiyan cenazeyên şervanan hilgirtin ser milên xwe û derbasî goristanê kirin.
Merasîm bi merasîmeke leşkerî ya şervanên YPG/YPJ‘ê dest pê kir.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Gulîstan Elî Esed axivî û got:”Xwîna hemû pêkhateyan ji bo parastina aramiya herêmê tevlîhev bûye. Bi saya têkoşîna wan planên çeteyan li herêmên Rojava têk çûn. Dayikên şehîdan ji bo jiyananeke azad û bi rûmet keç û xortên xwe diyar kirin, wê xwîna wan pêşerojeke xweş ji me re ava bike, ez soz didim ku xeta şehîdan bişopînim.”
Li ser navê Yektîiya Oldarên Misilman Kadar Ehmed jî axivî û bi bîr xist ku ji destpêka şoreşa Rojava heta roja îro komên çete êrîşan li dijî sîstema wan pêk tînin û got: “Komên çete, di serî de dewleta Tirk êrîşî projeya me ya mirovahî ku bi saya ramanê Ocalan pêk hatiye, dikin, dixwazin vîna gelê Rojava bişkînin, em dibêjin ku gelê me, bi hemû pêkhateyên wê planên wan têk bibin, bila her kes bizanibe ku ola Islamê ola yekîtî û aştiyê ye.”
Fermandarê YPG‘ê Alaa Qamişlo destnîşan kir ku çete vîna gel hedef digire û ev tişt anî ziman:”Komên çete texmîn dikirinn ku ew ê karibin bi çekên xwe yên giran vîna me bişikînin, lê wê ti carî daxwazên wan bi ser nekevin. Me hêz û vîna xwe li ser felsefeya azad ava kiriye. Em ê her dem bi ser kevin.”
Bavê fermandarê YPG‘ê Devrem Qamişlo yê ku di berxwedana Til Hemîs de jiyana xwe ji dest dabû, bi rêya telefonê beşdarî merasîmê bû. Bavê Devrem sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kir ku têkoşerên her çar parçeyên Kurdistanê isbat kirin û wan soza azadiyê dane û soza xwe bi cih anîn û wiha axivî: ”Bi saya ked û xwîna van şehîdan wê Kurdistaneke azad ava bibe.”
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zevîn Mihemed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.
Malbatan jî nîşan dan ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û soza şopandina riya wan dan.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên têkoşeran di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.