RÊZENIVÎS II

YPG û YPJ bi rengekî canbexşane şer kirin

Çeteyên DAIŞ'ê yên di nava meha Hezîranê de çekên giran li dora Kobanê civandin, dest bi êrîşa herî berfireh dikirin. Lê wê li hemberî xwe artêşek ji fedayiyan bidîta, ku ev artêş tevî derfetên kêm jî bê tirs û fikar xwedî li gel û axa xwe derdiket.

Li Kobanê êdî rojên ji agir destpê dikin. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku di nava meha Hezîranê de çekên giran li dora Kobanê civandin, dest bi êrîşa herî berfireh dikirin. Lê DAIŞ wê li hemberî xwe artêşek ji fedayiyan bidîta, ku ev artêş tevî hemû kêmderfetiyan jî bê hesab, bê tirs û fikar xwedî li gel û axa xwe derdiket. Hedefa destpêkê ya DAIŞ'ê, herêmên navîn ên Sûriyeyê bû. Êrîşa li dijî Kobanê û Rojava ji bo DAIŞ'ê plansaziyeke demdirêj bû. Ya ku Kobanê û Rojava weke hedefa destpêkê danî pêşiya çeteyên DAIŞ'ê, dewleta Tirk bû. Rayedarên hikûmeta Kobanê û fermandarên YPG'ê ku di wê demê de em bi wan re axivîn, ev nêrîn bilêv dikirin. Ji xwe rewş û bûyerên qewimîn jî nîşan didan ku yê êrîşa li dijî kobanê plan û koordîne kiriye, dewleta Tirk e. Qereqolên dewleta Tirk ên li ser sînorê Kobanê, di nava meha Hezîranê de weke odeyên operasyonê yên DAIŞ'ê tevgeriyan.

ÇIMA KOBANÊ?

Sedema bingehîn a êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk û DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê, daxwaza tinekirina Şoreşa Rojava bû. Dagirkirina Kobanê ku li ser vê xeta stratejîk e, wê xwegihandina hev a kantonên Rojava ji holê rabikira û bi vî rengî bingehek ji tinebûna şoreşê re bafiranda.

Bajarê Girê Spî û bajarekî berê yê Ermeniyan Cerablûs, ku bi polîtîkaya Kembera Ereb a rejîma Baas re di salên 1970'yî de demografiya wan hat guhertin û bi giranî Ereb lê hatin bicihkirin, bi şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re ketibûn destê çeteyên Îslamî yên tund. Girê Spî têkiliya bi kantona Cizîrê re, Cerablûs û bajarên ji wê û pê ve jî têkiliya bi kantona Efrînê re dibirîn. Ji ber vê yekê, kantona Kobanê ya ku li nuqteyeke stratejîk e û li gorî kantonên din bi temamî dorpêçkirî ye, ji bo fetisandina Şoreşa Rojava dibû hedefa bingehîn. Ji ber dorpêçiyê li kantona Kobanê sîstema leşkeriyê bi têrkerî nehatibû rûniştandin. Ev kantona li gorî kantonên din biçûktir e, ji ber vê yekê bû hedefa sereke ya dewleta Tirk û DAIŞ'ê.

DAIŞ û dewleta Tirk di deriyên sînor ên li Cerablûs û Girê Spî re di asteke bilind de bazirganî dikirin. Bi dagirkirina Kobanê re dixwestin deriyekî din ê sînor vekin û bi vî rengî bazirganiya navbera xwe mezintir bikin. Deriyê sînor ê Kobanê wê karê Tirkiyeyê hêsantir bikira, ku di ser DAIŞ'ê re xwe bigihîne herêmên navîn ên Sûriyeyê. Bêguman wateyeke xwe ya sembolîk jî hebû. Li cihê ku çirûska destpêkê ya Şoreşa Rojava lê vê ket, xwestin şoreşê li heman cihî biqedînin.

CARA YEKEMÎN JI SÊ ALIYAN VE ÊRÎŞ DIKIRIN

Bi vê hedef û plansaziyê re DAIŞ'ê piştî Mûsilê piraniya hêzên xwe yên li Sûriyeyê ber bi Kobanê ve bir. DAIŞ'ê ku heta wê rojê gelek derb li Kobanê xwar û cara yekemîn li Kobanê têk çû, fêhm kir ku standina Kobanê wê ne hêsan be. Û ji bo tevlî dewleta Tirk ji hemû eniyên stratejîk êrîş bike, planek xist dewrê. Ev êrîş êrîşa herî berfireh û giran a li dijî Rojava û Kobanê bû. Cara yekê wê DAIŞ di heman demê de û bi rengekî berfireh ji rojhilat, başû û rojava ji sê eniyan êrîş bikira.

YPG/YPJ'Ê RÊ NEDAN

Êrîşa Hezîranê li aliyê rojhilat li gundê Evdiko, li aliyê başûr li gundê Kûnheftarê û li eniya rojava jî li gundê Zor Mixarê destpê kir. Çeteyên DAIŞ'ê, tank, top û her şêwe çekên giran ên artêşeke bejahî ji Mûsilê anîn. Çekên DAIŞ'ê ji yên YPG/YPJ'ê gelekî zêdetir û girantir bûn. Li dijî vê hêza giran a çekan, şervanên YPG/YPJ bi hejmarek ji şervanên nû û çekên sivik, disekinînin. Di wê demê de çeka herî giran a YPG'ê Doçkayek bi destan hatibû çêkirin bû. Lê belê şervanên YPG/YPJ'ê hê di kêliya destpêkê de, tevî van şert û mercên newekhev jî, qet teredût nekirin û bi vînek ji pola, bi dilsoziyeke bêhempa ya ji bo welat û gelê xwe, bi ruhê berxwedanê yê fedayî DAIŞ û hevkarên DAIŞ'ê ku digotin 'Em ê nimêja cejnê li Kobanê bikin' matmayî hiştin.

GELÊ BAKURÊ KURDISTANÊ KÊLÎ BI KÊLÎ LI DORA ROJAVA DICIVINE

Li xeta Bakurê Kurdistanê jî, dewleta Tirk destek dida çeteyên DAIŞ'ê; dewleta Tirk mîna eniya çaran a DAIŞ'ê xeta Bakurê Kurdistanê bi kar danî. Li dijî vê helwesta dewleta Tirk, vîna gelê Bakurê Kurdistanê derdiket pêş. Gelê Bakur, li ser banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi destpêkirina êrîşa Hezîranê re ev bang kir, ket nava tevgerê û gundê Ziyaretê ya li ser xeta Bakurê Kurdistanê veguherand eniya berxwedanê. Bi berxwedana bi rojan a li gundê Ziyaretê re gel xwest pêşî li desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê bigire û ev yek ji gelek aliyan ve bi ser xist.

BERXWEDANEK KU SÎNOR JI HOLÊ RAKIR

Li hemberî vê gava dewleta Tirk, ku ji DAIŞ'ê re 'eniya çaremîn' vekir, gelê Bakurê Kurdistanê bi rakirina sînorên înkar û tinekirinê yên bi Lozanê re hatin danîn, bersiv da. Gelên Bakur û Rojava ku di herikîna dîrokê de timî bûn piştevanên hev, cara yekemîn di emelî de sînorên mêtîngeriyê yên li Lozanê re hatin xêzkirin, bêwate kirin.

Gelê Bakurê Kurdistanê li ser banga Ocalan xeta sînor veguherand eniya berxwedanê. Ciwanên Bakur jî sînor ji holê rakirin û xwe gihandin berxwedêrên Kobanê û cihê xwe di nava refên YPG/YPJ'ê de girtin. Tevlîbûna bi sedan ciwanên Bakurî li nava refên YPG/YPJ'ê, berxwedana li Bakur bû moraleke gelekî mezin ji gelê Kobanê re ku bi dehan ewladên xwe di nava refên PKK'ê de şehîd da bû. Berxwedana Kobanê ji her demê bêhtir ruhekî yekîtî û hevgirtinê dafirand.
Piştî ku gel û ciwanên Bakurê Kurdistanê li dora Kobanê li hev civiyan, herikîn nava refên berxwedanê û şervanên YPG/YPJ'ê jî ji roja destpêkê ve bi rengekî fedayî li ber xwe dan, çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe girantir kirin. DAIŞ'ê ku fêhmkir wê ev kar ne hêsan be, êdî ji her sê eniyan, heta jê dihat êrîş dikir. Di şeva destpêkê de çeteyên DAIŞ'ê bi hemû hêza xwe êrîşî gundê Evdiko yê li aliyê rojhilat kir, ku ev gund li beriyê ye û bêparastin e. Lewma êrîşa xwe ya herî giran li vê eniyê dan destpêkirin. Lê belê şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniya rojhilat bûn, li vî erdê rût li pêşberî çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê, berxwedaneke bi lehengî nîşan didan û êrîş tarûmar dikirin.

BERXWEDANA DÎROKÎ YA BI FERMANDARIYA BOTANÊ REŞ

Di şeva destpêkê de li gundê Evdiko, şervanên YPG/YPJ'ê yên bi fermandariya Botanê Reş, rûpelên meha Hezîranê yên destana berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê dinivîsandin. Şervanên YPG/YPJ'ê bi fermandariya Botanê reş du roj û du şevan li dijî tank û topên çeteyan şer kirin, derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin û êrîş şikandin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên bedena xwe li ber hev dikir sîper, diketin binê tankan û bi bombeyan tank bêbandor dikirin, çete li vê eniyê qir dikirin. Çeteyên DAIŞ'ê li eniya rojhilat, neçar dima ji hemû gundên ketin navê xwe vekişînin. Bi vî rengî li eniya herî zêde lê bi bandor bû, derbên herî giran xwarin.
Fermandarê berxwedana eniya rojhilat Botanê Reş bi fermandarî û berxwedana xwe ya meha Hezîranê re, çeteyên DAIŞ'ê matmayî dihişt. Di berxwedana li gundê Evdiko de fermandar Botanê Reş çû heta ser çeperên DAIŞ'ê û bi bombeyên destan gelek çeperên DAIŞ'ê rûxand. Botanê Reş di dawiya meha Hezîranê de di çalakiyeke canbexşane de ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat kirin, şehîd bû. Bi vî rengî veguherî yek ji sembolên şerê Hezîranê.

BERXWEDANA 7 ŞERVANÊN YPJ'Ê

Di dawiya meha Hezîranê de li eniya başûr, berxwedana fedayî ya şervanên YPJ'ê derdiket pêş. 7 şervanên YPJ'ê yên li gundê Kûnheftarê û derdora wê li dijî çeteyên DAIŞ'ê serketineke mezin bi dest xistin, di dawiya meha Hezîranê de nîvê şevê li girê Kûnheftarê hatin dorpêçkirin. Heft şervanên jin ên bi pêşengiya fermandar Medya ketin çeperên binê erdê yên li vî girî û berxwedaneke bêhempa nîşan dan. Her wiha hevrêyên wan jî ji bo xwe bigihînin wan bi hewldaneke bêhempa, fedekariyeke mezin tevdigeriyan. Vê yekê asta berxwedana li eniya başûr radixist pêş çavan. Çete nikarîbûn li vê eniyê bi pêş ve biçin. Di dema dorpêçkirinê de Fermandara Kobanê Meryem Kobanê bi Medya re bi rêya bêtêlê wiha digot, "Hevrêyên hêja, heta em hebin em ê we bi saxî ji wî girî derxînin. Meraqan nekin, em hemû jî îmha bibin, em ê xwe bigihînin wî girî. Û em ê çeteyên DAIŞ'ê ji çeperê biqewirînin." Ji aliyê din jî dengê tilîliyan dihat. Medya jî ji fermandar Meryem re digot, "Eger hûn nikaribin bên jî, em ê bi rûmeta xwe li ber xwe bidin."

HER KÊLÎ GELEKÎ GIRÎNG BÛ

Heft şervanên jin ên li ser gir li ber xwe dan û derbên gelekî mezin li çeteyan xistin, piştî ku gir bi temamî hatin dorpêçkirin xwe berdan nava çeperên binê erdê. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn bikevin van çeperan û her derb dixwarin, vê carê bi benzînê agir bi dora çeperan xistin û xwestin bi dûxanê şervanan bi jehrê bixin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên ku bi hejmareke gelekî kêm û çekên sivik li sê eniyan li ber xwe didan, wê şevê seferber bûn û ji her eniyê teqwiye xwestin. Şervanên ku hevalên xwe yên ji bo teqwiyeyê bi rê dikirin ji wan re digotin, 'Em ê li şûna we jî şer bikin, hûn xwe bigihînin hevalên jin û ji nava dorpêçiya çeteyan derxînin, ev besî me ye." Êdî bez û pêşbirka mirinê ya li hemberî demê destpê dikir. Şervanên YPG/YPJ'ê diviyabû bi kêliyekê jî dereng nemabûna. Diviyabûn dorpêçiya çeteyên DAIŞ'ê biqelaşta, xwe gihanda wî girî û nehiştibûna şervanên YPJ'ê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve bi saxî werin şewitandin.

AXAFTINÊN XATIR XWESTINÊ

Agir bi çeperê hatibû xistin û êdî kêliyek bi tenê jî gelekî girîng bû. Şervanên ku di bêtêlê de dilîlandin û dirûşme diqîriyan, êdî xatir ji hevalên xwe dixwestin. Fermandar Meryem bi rêya bêtêlê ji şervanên jin dixwest, av û paçên berê danîbûn çepera binê erdê bi kar bînin. Ji wan xwest, ku bi paçê şil rûyê xwe bigirin, bi vî rengî xwe ji dûxanê biparêzin û li benda wan bisekinin.

Şervanên YPG/YPJ'ê ji bo hevrêyên xwe yên li girê Kûnheftarê ji şewitandinê rizgar bikin, bi berxwedaneke ku vegotina wê nepêkan e, dorpêçiya çeteyên DAIŞ'ê qelaştin û bi dehan çete îmha kirin. Û danê sibehê gava roj li ser Kobanê hilat, Fermandar Meryem û şervanên wê, li girê Kûnheftarê rûyê hevrêyên xwe yên bi lehengî li çepera binê erdê li ber xwe didan, ronî dikirin. Heft şervanên jin, piştî berxwedana lehengî, ji çeperê hatin derxistin. Li her gundê eniya başûr derbên giran li çeteyan dihat xistin û pêşî li pêşveçûna çeteyan dihat girtin.

ÇALAKIYA KU VÎNA DAIŞ'Ê ŞIKAND

Eniya rojava, ji ber ku bi giranî ji girikan pêk dihat, çeteyên DAIŞ'ê nikarîbûn li ber şervanên YPG/YPJ'ê bisekinin û derbên giran dixwarin. Fermandarên YPG/YPJ'ê çalakiya şervanê YPG'ê Botanê Sor a li gundê Zor Mîxarê li dijî çeteyan pêk anî, bi vî rengî dinirxandin: "Di van êrîşan de kêliya ku vîna DAIŞ'ê şikest, kêliya çalakiya hevrê Botan e." Botanê Sor bi tena serê xwe ket nava gundê Zor Mixarê, bi bombeyên destan şer kir û bi dehan çete kuşt. Di dema vî şerî de birîndar bû. Tevî ku fermandarên wî jê re gotin, "Li cihê xwe be, em ê te ji wir derxînin" Botanê Sor li wan guhdarî nekir û bi bombeya xwe ya dawî bi ser çeteyên DAIŞ'ê ve çû, bi dehan çeteyên din îmha kir û ew jî gihîşt şehadetê.

Piştî vê çalakiyê, li eniya rojava çeteyên DAIŞ'ê ketin nava panîkê û şikestin. Dewleta Tirk bi hawara çeteyan ve hat. Dewleta Tirk koordînatên nuqteyên şervanên YPG/YPJ'ê da çeteyên DAIŞ'ê. Li girê Zagros ê li pêşberî gundê Ziyaretê, fermandar Hogir Garzan bi berxwedaneke yek şexsî re çeteyên DAIŞ'ê bêçare kir û ji hev xist. Lê belê qereqola li ser sînor a dewleta Tirk, nuqteya fermandar Hogir Garzan lê bû, koordînatên wê dan çeteyan û DAIŞ'ê jî bi tankê li vê nuqteyê dan. Li vir fermandar Garzan şehîd bû.

Têkçûna destpêkê ya DAIŞ'ê li Kobanê bi berxwedana Hezîranê re pêk hat. Çeteyên DAIŞ'ê di dema berxwedana Hezîranê de şikest û xwe vekişand. Piştî şerê mehekê, çeteyên DAIŞ'ê gelek kuştî dan û reviyan. Çeteyan xwe vekişandin xetên xwe yên li eniyên rojhilat û başûr ên beriya erîşê. Li rojava jî beşek ji xeta Şêxler a ku berê bi temamî di bin kontrola wan de bû, neçar man biterikînin.
Piştî reva çeteyan, şervanên YPG/YPJ'ê di meha Tîrmehê de "Pêngava Tolhildanê ya Şehîdên Kobanê" dan destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de derbên giran li çeteyan hatin xistin. Li her sê eniyan, bi dehan gundên beriya êrîşa Hezîranê di destê çeteyan de bûn, hatin rizgarkirin. DAIŞ'ê ku di mezintirîn êrîşa xwe ya li dijî Kobanê de derbeke gelekî giran xwar û têk çû, di dawiya meha Tîrmehê de xwe ji Kobanê vekişand û berê xwe da bajarê Deyr-e Zor û Tabqa yên di bin kontrola rejîmê de bûn.

SIBE: DI MEHA ÎLONÊ DE ÊRÎŞ GIRAN DIBIN, BERXWEDAN JÎ MEZIN DIBE