KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şemzînanê leşkeran gule li sivîlan reşand: 3 sivîl birîndar bûne, 1 jê birîna wî giran e
Leşkerên Qereqola Dûrak a li gundê Dûrê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê gule li ser sivîlan reşand. Di nemcamê de, 3 sivîl birîndar bûne 1 jê birîna wî girane. -
Gerîlayên HPG’ê li Çelê çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a ku xwe li girê Şehîd Cîhad a Çelê bi cih kiribû, çalakiyek bi hewanan li dar xistine. -
Gerîlaya YJA Starê Aygun ber bi bêdawîtiyê hate birêkirin
Sadiye Aygun a ku bi hevalake xwe re li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Nisêbînê ber bi rêwîtiya dawî hate birêkirin. -
Çeteyan êrîşî gundê Ûm El-Hoş kirin
Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundê Ûm El-Hoş ê girêdayî Şehbayê kirin. Çete li pêşberî gund gelek wesayîtên zirxî bi cih kirine. -
HPG'ê encamên operasyona li Şemzînanê eşkere kir
HPG'ê ragihand, roja 16'ê Îlonê li dijî leşkerên derketin operasyonê çalakiya sabotajê û roja 17'ê Îlonê jî li Dola Apociyan li dijî leşkerên hewl didan dorê li gerîlayan bigirin, çalakiyeke bi bandor hatiye lidarxistin. -
Desteserkirina Şaredariyan li Wanê bi girseyî hat şermezarkirin
Desteserkirina Şaredariyan ji aliyê bi hezaran kesî ve li Wanê hat şermezarkirin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li vir axivî û destnîşan kir, ku rabûna li ber AKP'ê hewldaneke rewa ye. -
Çeteyên DAIŞ'ê gundên dagir kiribûn radestî artêşa Tirk û çeteyên wan kirin
Çeteyên DAIŞ'ê di nava du rojên dawî de xwe ji gundên Kurdan ên bi navê Kisacik, Karagoz, Tel Şehîr û gundên Tel Ar Rojhilat, Tel Ar Rojava, Qentera û Tat Hûmûs vekişandin û ev gund radestî artêşa Tirk û çeteyên Tirkan kirin. -
Dîmenê Kobraya hat rûxandin, hate weşandin
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya 19'ê Tebaxa 2016'an a li ser rêya Wan-Qerqeliyê hat lidarxistin û di encamê de wesayita leşkerî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin, weşand. -
Fermandarê pêşmergeyan bersiv da eniya Tirkmen: Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye
Ji fermandarên pêşmergeyên li Kerkûkê Resûl nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniya berpirsyarê eniya Tirkmen Salihî da ku ji gerîla re gotibû 'terorîst'. Resûl got, "Tu kî ye ku ji gerîla re bêjin terorîst. Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye." -
Şikakî: Divê civak mafê xwe yê perwerdeyê ji destê desthilatdariyê derxîne
Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya KCK'ê Şikakî diyar kir, dewlet di pergalên perwerdehiyê de hedef dikin ku, "civakê bipirnisînin, ji dewlet û malbatên desthilatdaran re xizmetkaran bafirînin." -
Cenazeyê gerîla Ekîn li Qendîlê hat veşartin
Cenazeyê gerîla Mûrat Ekîn (Azad Sîverek) li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a li Qendîlê bi merasîmekê hat veşartin. -
Li Kantona Cizîrê serjimariyê destpê kir
Bi pêşengiya Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, li bajarê Dêrikê û herêmên Koçerat û Beravê yên Kantona Cizîrê serjimariyê destpê kir. -
Cenazeyê fermandara YPJ'ê hat veşartin
Cenazeyê fermandara YPJ'ê Toprak Çerke li Dirbesiyê bi merasîmekê hat veşartin. -
Rûpela destpêkê ya destana Îlonê: Berxwedana Serzorî
Lehengiya destpêkê ya berxwedanê li gundê Serzorî pêk hat. 13 şervanên YPG/YPJ'ê heta fîşekên xwe yên dawî li ber xwe dan û ruhê berxwedanê dan Kobanê. -
'Em ê li dijî mejiyê AKP'ê li ber xwe bidin'
Kedkarên perwerdeyê yên li Amedê dan xuyakirin, ku heta hemû hevalên wan li karê xwe vegerin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Kedkaran gotin, ew ê serî li ber desthilatdariya AKP'ê netewînin. -
Goran: Em ê tevlî civînê nebin
Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî diyar kir, wê tevlî wê civînê nebe ku ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye pêşniyar kirin. -
Mûrat Ekîn ê nexweşê penceşêra kezebê ku 21 salan li girtîgehê mabû jiyana xwe ji dest da
Mûrat Ekîn ê nexweşê penceşêra kezebû ku 21 salan li girtîgehê mabû,piştî hate berdan û şûn de, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. -
DAIŞ’ê êrîşî pêşmergeyan kir: 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da
Çeteyên DAIŞ’ê li Xazir û Başîka êrîşî çeperên pêşmergeyan kirin. Di êrîşê de 3 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 7 pêşmerge jî birîndar bûn. -
Di çalakiyên gerîlayana de bi zelalî 6 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR li Colemêrg, Mêrdîn, Amed û Dersimê çalakî li dar xistin. Li Wanê şerkî dem kurt pêk hat. Di çalakiyan de bi zelalî 6 leşker hatin kutşin. -
5 leşker hatin kuştin, 5 şervanên YPS/JPJ-JIN jî jiyana xwe ji dest dane
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di encama şerê ku di navbera wan û lerşerên artêşa Tirk a ku derketibûn operasyonê de, 5 çeteyên Qeserê, 1 jê payebilind hatin kuştin. 5 şervanên YPS/YPS-JIN jî jiyana xwe ji dest dane. -
Pencewînî: Krîza li Başûr encama şerê li ser berjewendiyan e
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Mûhammed Emîn Pencewînî da xuyakirin, ku krîza li Başûrê Kurdistanê ji ber şerê desthilatdariyê û serdestiya li ser çavkaniyên hatineyan, rû daye. -
Rêxistina Bese ji Gendeliyê re: Divê civîn li gel vekirî be
Rêxistina Bese ji Gendeliyê re xwest, civîna navbera partiyên siyasî û hikûmetê bi rengekî ji raya giştî re vekirî, bê lidarxistin. -
Hevşaredar û wekîlên wan: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
Hevşaredar û wekîlên Hevşaredarên DBP'yî wê sibe li dijî desteserkirina şaredariyan dakevin qadan. Hevşaredar û wekîlan bang li gel kirin ku xwedî li şaredariyên xwe û vîna xwe derkeve. -
Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bang li aliyan kir
Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê, ji bo nirxandina krîzê bang li partiyên hevparê hikûmetê kir ku li hev bicivin. -
Krîza li Başûrê Kurdistanê mezin dibe
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Başûrê Kurdistanê ragihand, gaza xwezayî ya her sal li gel tê belavkirin wê îsal neyê belavkirin.