Gerîlayên HPG’ê li Çelê çalakî li dar xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a ku xwe li girê Şehîd Cîhad a Çelê bi cih kiribû, çalakiyek bi hewanan li dar xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku 17’ê Îlonê saet 10.00’an gerîlayên HPG’ê li dijî Tabûra Komando ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakî li dar xistin. HPG’ê destnîşan kir ku hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin û ev agahî parve kirin; “Roja 17'ê Îlonê saet di 10:00 de hêzên me bi çekên giran li tabûra Komando ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

18'ê Îlonê hêzên me saet di navbera 14:00-14:30 de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li girê Şehîd Cîhat ê Çelê bi cih bûn, bi hawanan çalakiyek pêk anîn. Lê belê kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

LI GIRKÊ OMERYA ŞER

17'ê Îlonê saet di 09:00 de, komek ji gerîlayên me, dema li mintiqeya Girkê Omerya yê navçeya Qilaban a Şirnexê bi erka xwe radibû, li leşkerên artêşa TC rast hat. Li ser vê yekê şer derket. Di vî şerî de leşkerek hat kuştin. Gerîlayên me bi rengekî serketî vegeriyan baregehên xwe.

LI DIJÎ GIRÊ PARASTINA TÛGAYA ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ

18'ê Îlonê saet di 10:30 de hêzên me bi çekên ferdî û navîn li girê parastina Tûgaya Şirnexê dan. Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

ÇALAKIYA SABOTAJÊ

18'ê Îlonê saet di 00:45'an de gerîlayên me li rêya navbera gundên Bilbes û Guanse yên Elkê, li dijî leşkerên bi peydatî di rê de bûn çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Leşkerek hat kuştin, yek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê herêm bi hawan û obusan hat bombekirin.

LI DARA HÊNÊ OPERASYONA ARTÊŞA TIRK

Di êvara 17'ê Îlonê de komek ji hevalên me yên gerîlayên YJA Starê, ku li derdora navçeya Çewlik Dara Hênê bi erka xwe radibûn, ji aliyê qereqola Sûveren ve hat dîtin û li ser vê yekê operasyon hat destpêkirin. Li dijî hêza vê operasyonê saet di 08:40 de gerîlayên me çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Hin kontra jî tevlî vê operasyonê bûn. Hemara leşkerên di vê çalakiya sabotajê de mirin nehat zelalkirin. 2 leşker û 2 kontra birîndar bûn. Di encama çalakiyê de her wiha zerar li şiba trenê bû.

LI DIJÎ TABÛRA AMEDÊ ÇALAKÎ

17'ê Îlonê saet di 06:00 de, li dijî Tabûra nobed li ber bendava Pîranê ya Amedê digirt, bi roketan û çekên ferdî çalakî pêk hat. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Ambûlansan mirî û birîndar rakirin nexweşxaneya Pîranê.

LI DERSÎMÊ ŞER

16'ê Îlonê, li geliyê Tûzlûca yê li navçeya Pulur a Dersîmê di navbera tîmeke me ay gerîla û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de leşkerek hat kuştin. Tîma me ya gerîla piştî vî şerî bi rengekî serketî ji herêmê derket.

Artêşa TC ev demeke leşkeran li qereqolên Geyîksûyû û Alborî yên li navenda Dersîmê dicivîne. Li vê derê amadekariya operasyoneke berfireh tê kirin."