BI DÎMEN

Dîmenê Kobraya hat rûxandin, hate weşandin

Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya 19'ê Tebaxa 2016'an a li ser rêya Wan-Qerqeliyê hat lidarxistin û di encamê de wesayita leşkerî ya bi tîpa Kobra hat rûxandin, weşand.

Li ser vê çalakiyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî dabû:

"Di nav pêngava Şehîd Xebat Aktepe de; 19'ê Tebaxê saet 15.30'an hêzên me bi ser wesayîteke leşkerî ya bi tîpa Kobrayê, li ser rêya Wan-Qelqeliyê çalakiyeke sabotajê pêk anîne. Di vê wesayita rûxandî de 8 leşker mirin. Çapemeniya Tirk di encama vê çalakiyê de nûçeyên ne rast par vekirin ku digotin, gelek leşker birîndar bûne. Ev nûçe ne rast in. Piştî çalakiyê helîkoptera Skorsky leşkerên mirî bir Wanê."