Cenazeyê fermandara YPJ'ê hat veşartin
Cenazeyê fermandara YPJ'ê Toprak Çerke li Dirbesiyê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê fermandara YPJ'ê Toprak Çerke li Dirbesiyê bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê fermandara YPJ'ê Toprak Çerkez (Tûgba Arik) ku di sala 2014'an de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmekê hat veşartin.
Kurdistaniyan cenazeyê Çerkez birin Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî.
Jinan darbesta cenaze hildan ser milan û li goristanê ji aliyê dayikan ve hat pêşwazîkirin.
Li vir merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Merdiya Ehmed û Fermandara YPJ'ê Arîn Qamişlo li vir axivîn.
Piştre belgeya şehadetê ya fermandara YPJ'ê Toprak Çerkez hat xwendin û cenaze li ber dirûşme û tilîliyan hat veşartin.