'Em ê li dijî mejiyê AKP'ê li ber xwe bidin'

Kedkarên perwerdeyê yên li Amedê dan xuyakirin, ku heta hemû hevalên wan li karê xwe vegerin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Kedkaran gotin, ew ê serî li ber desthilatdariya AKP'ê netewînin.

Kedkarên perwerdeyê yên ji aliyê AKP/Qesrê ve bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatin girtin, li avahiya Egîtîm-Sen Şaxê 1. a Amedê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Ji kedkarên perwerdeyê yên ji kar hatine derxistin Sekreterê Şaxê 1. ê Egîtîm-Senê Mehmet Nûrî Yilmaz, Sekretera Perwerdeyê ya Şaxê 1. a Egîtîm-Senê Fadîme Gulçîçek û Endamê Desteya Rêveber a Egîtîm-Senê Cemal Acîm têkildarî çalakiya xwe ya rûniştinê ji ajansa me re axivîn.

YILMAZ: JI BER KU ME LI BER AKP'Ê SERÎ NETEWAND, EV ANÎN SERÊ ME

MEHMET NÛRÎ YILMAZ: AKP ji perspektîfa dema avabûna xwe gelekî dûr ketiye. Dema nû ava bû, bi îdîaya demokrasiyê dimeşiya. Lê îro bi rewşa awarte re hewl dide li ser tevahiya civakê hikumdar be. Bi taybetî, AKP hewl dide rewşa piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê derket holê, ji bo xwe bi kar bîne. Em dibînin ku di vir de êrîş li Egîtîm-Sen û KESK'ê tê kirin. Rewşa AKP'ê ya li dijî Egîtîm-Sen û KESK'ê ne helwestek piştî darbeyê ye. Di her firsendê de hewl datiye dayîn li dijî Egîtîm-Sen û KESK'ê bisekine. Lê belê sendîkayên me li dijî helwest û mejiyê înkarê yê AKP'ê her tim li ber xwe dane.

Ev pêkanîn bi rengekî nehiqûqî tên kirin. AKP hewl dide atmosfereke 'hûn serî li hiqûqê bidin jî hûn ê nikaribin encamê bigirin' bafirîne. Em ê bi berxwedanê vê rewşê hilweşînin. Li Tirkiyeyê gelek nasname, çand û zimanên cuda hene. Dema mirov li rewşa heyî ya Tirkiyeyê dinêrin, tê dîtin ku hemû ji hev nefretê dikin. Berpirsyariya siyasî ya vê yekê li ser milê hikûmetê ye. Em dipirsin; Egîtîm-Senê çi kir? Egîtîm-Sen ji ber ku alîgirê aştiyê ye, ji ber ku perwerdeya bi zimanê dayikê diparêze, ji ber ku li ber hikûmeta AKP'ê serî netewand, ev tişt hatin serê wê.

GULÇÎÇEK: DI ŞEVEKÊ DE 10.500 MAMOSTE JI KAR HATIN DERXISTIN

FADÎME GULÇÎÇEK: AKP'ê di dema dawî de dest bi nêçirvaniyê kiriye. Piştî êrîşa li dijî KESK'ê, êrîşî me kirin. Ji ber ku naxwazin dengekî mûxalîf bibihîzin. Li ser her kesên ne AKP'yî ne, danekirinan ferz dikin. Ji ber vê yekê 10.500 hevalên me yên mamoste di nava şevekê de ji kar derxistin. Gotina ewilî ya Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di roja destpêkê de bilêv kir, ev bû; 'Em ê van sirgûn bikin'. Me jî gotibûn, em ê li dijî vê li ber xwe bidin, serî hildin û mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Û bi vî rengî bû, yekser em ji kar derxistin. Em ê li ber vê yekê rabin. Em ê îro biçin dibistanên xwe. Lê em dizanin ku em berxwedaneke mafdar dimeşînin û em ê vê berxwedana xwe bidomînin.

ACÎM: HETA KU HEMÛ HEVALÊN ME LI KARÊ XWE VEGERIN, EM Ê LI BER XWE BIDIN

CEMAL ACÎM: Weke mamosteyên ji Egîtîm-Senê, em li Amedê xwedî rêxistineke xurt in. Hikûmeta AKP'ê ji bo vê rewşa me ya rêxistinî ji hev bixe, li ser mamosteyên me dek û dolabeke bi vî rengî digerîne. Me li vê derê çalakiyeke rûniştinê dan destpê kirin ku ketiye roja xwe ya 14'an. Heta ku hemû hevalên me li karê xwe vegerin, em ê vê çalakiya xwe bidomînin. Ji vir em bang li tevahiya raya giştî dikin: Bila li pişt mamosteyan bin û xwedî li wan derkevin.

Em zanin ku em mafdar in û ev yek hêzê dide me. Ji ber vê yekê em ê bi ser bikevin. Hikûmeta AKP'ê ji ber vê yekê dixwaze hêza me parçe bike. Dixwaze me bi birçîbûnê terbiye bike. Weke mamosteyên ji Egîtîm-Senê em ê vî mejî ti carî qebûl nekin.

...