Mûrat Ekîn ê nexweşê penceşêra kezebê ku 21 salan li girtîgehê mabû jiyana xwe ji dest da

Mûrat Ekîn ê nexweşê penceşêra kezebû ku 21 salan li girtîgehê mabû,piştî hate berdan û şûn de, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Mûrat Ekîn ê nexweşê penceşêra kezebê ku Hezîran 2014’an li Girtîgah Sincar a Enqerê hate berdan, li Başûrê Kurdistanê ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Mûrat Ekîn ê nexweşê penceşêra kezebê ku 21 salan hate girtin û şûn de, dema ku li 2. Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Sîncar a Enqerê ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Nimûne, Saziya Tiba Edlî ji bo Ekîn biryara înfazê taloqkiribû.

Piştî biyrara ATK’ê û şûn de,Ekîn bi biyara Dozgeriya Înfazê ya Enqerê di Hezîran 2014’an de hate berdan û ji bo dermankirinê derbasî Başûrê Kurdistanê bibû.

Ekîn ê ku li vir di hat dermankirin, duh jiyana xwe ji dest da. Îro li Silêmaniyê bi merasîmekê hate definkirin.