Li Şemzînanê leşkeran gule li sivîlan reşand: 3 sivîl birîndar bûne, 1 jê birîna wî giran e

Leşkerên Qereqola Dûrak a li gundê Dûrê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê gule li ser sivîlan reşand. Di nemcamê de, 3 sivîl birîndar bûne 1 jê birîna wî girane.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, leşkerên Qereqola Durakê ya nêzîkê gundê Dûrê, welatiyên sivîl dan ber guleyan. Di encama gulebarana leşkeran de, 3 weklatiyên bi navê Sadik Bahadir, Seyfettin Kiliçoglu û Ziyap Ozer birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînan. Hat ragihandin ku rewşa Ziyap Ozer giran e.

Her diyarkirin ku li gund di navbera leşker û welatiyan de alozî derketiye.

Xizmên kesên birîndar herikîn nexweşxaneyê. Nexweşxane ji aliyê tîmên taybet ve hatiye dorpêçkirin.