NAVENDA NÛÇEYAN-ANF
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku 16’ê Îlonê çeteyên Qesrê li devera Kilîla a li bejahiya gundê Kihê ya girêdayî Colemêrgê bi cih bûn; di 17’ê Îlonê de saet 04:00’an de jî bi alîkariya wesayîtên zirxî operasyonek li dar xistin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di saet 08:00’an de di navebera yekîneyekî YPS’ê û çeteyên Qeserê de şer derket. Di şer de 5 çeteyên Qesrê, 1 jê payebilind hate kuştin, 4 çeteyên Qesrê jî birîndar bûne. Operasyona di heman rojê saet 14:00’an de vekişiya. Di vî şerî de 5 şervanên YPS’ê li dijî çeteyên Qesrê bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê.”
NASNAMEYA 5 ŞERVANAN
Nasnameya şervanên YPS’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
“Hakî Rohat / Abdulselam Akbûrak / Husnugul - Mehmet Emşn / Mêrdîn-Stewir
Delîla Kobane / Nadiye Azîz / Fîdan - Azîz / Kobanê / Kobanê
Nuda Derik / Evzana Çalişir / Şukran - Mehmet / Mêrdîn
Nasnameyên hevriyên me yên bi navê Nûpelda û Tekîn hê zelal nebûne.”