Fermandarê pêşmergeyan bersiv da eniya Tirkmen: Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye
Ji fermandarên pêşmergeyên li Kerkûkê Resûl nerazîbûneke tund nîşanî daxuyaniya berpirsyarê eniya Tirkmen Salihî da ku ji gerîla re gotibû 'terorîst'. Resûl got, "Tu kî ye ku ji gerîla re bêjin terorîst. Gerîla hêza parastina Kurdistanê ye."
ANF
KERKÛK
duşem, 19 rezberê 2016, 12:09
Fermandarê Pêşmerge yê li Kerkûkê Wista Resûl li eniya şer a Kerkûkê civînek çapemeniyê lidarxist û bersiv da Serokê Eniya Tirkmen Erşed Salihî ku gotibû PKK 'terorîst'e û divê ji Kerkûkê derbikeve. Salihî her wiha îdia kiribû ku PKK li Xurmatû tevlîheviyan çêdike. Di civîna çapemeniyê de gelek fermandarên pêşmerge jî amade bûn.
'TU KÎ YE KU JI PARTIYEKE QEHREMAN A WKE PKK'Ê RE DIBÊJE 'TERORÎST'
Fermandarê Pêşmerge Wista Resûl li ser pêwîstiya bi dayîna daxuyaniyê wiha axivî: "Me pêwîst dît ku em bersiv bidin Erşed Salihî. Ev ne heqî ye li hember partiyek resen a Kurdî ku jê re terorîst tê gotin. Tu kî ye ku ji partiyek qehreman a wek PKK’ê re dibêjî 'terorîst'. Wek pêşmergeyên Kurdistanê me xwest em bersiv bidin van gotinan û helwesta xwe diyar bikin. Salihî got ku gerîlayên PKK’ê 'terorîst in û wehabî ne'. Em di bersivê de dibêjin ew ne karê te ye ku tu ji PKK’ê re dibêjî terorîst. Wek partiyek resen a Kurdî em temaşeyî PKK dikin. Em rê nadin kesî ku partiya ku şerê DAIŞ’ê kiriye, şehîd daye û xwîn rijandiye, wek terorîst binav bike. Ew kes terorîst in ku kesên wek Erşed Salihî perwerde kirine."
Wista Reûsl di civîna çapemeniyê de bal kişande ser van mijaran: "Li gor peymanên navneteweyî ya li dijî şerê DAIŞ’ kesê ku şerê vê rêxistina terorê bike, di eniya gel de cih digre. Ew ne terorîst in, kesê li gel DAIŞ’ê disekinin terorîst in. Erşed Salihî bi xwe endamê parlamenta Iraqê ye, dizane ku Serokwezîr Heyder Ebadî gerîla û pêşemrge qehreman nas kir. Çima wê wextê ji Ebadî re negot, xwe bêdeng kir."
Fermandarê pêşmerge got ku ew wek exlaqê pêşmerge û gerîlayî vê yekê qebûl nakin.
'LI ŞÛNA KU SPASIYA PKK'Ê BIKE, VAN GOTINAN DIKE'
Wista Resûl her wiha bal kişande îdiayek din a Erşed Salihî û wiha axivî: "Mijarek din jî ew e ku Salihî dibêje ku Xurmatû û Kerkûk ji aliyê gerîla ve hatiye dagirkirin. 50 Hezar hêzên pêşmerge li vir hene. Ev der bi 100 gerîlayan nayê dagirkirin. Gerîla li Kerkûkê ne, li vir bicih bûne. Wê demê ku hatin vir hêzên me kêm bûn li ser banga walîtiya Kerkûkê ji Qendîlê daxwaz hat kirin û ew hatin vê herêmê. Şehîd li vir dan, cihê ku ez bi we re daxivim gerîla şehîd Armanc ku ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû, li vir şehîd bû. Her wiha heval Merwan jî li Kerkûkê şehîd bû. Li şûna ku sipasiya PKK’ê bike, van gotinan dike."
'EM DAXWAZ LI PARTIYÊN SIYASÎ DIKIN KU BERSIVA ERŞED SALIHÎ BIDIN'
Di dawiya gotina xwe de Resûl ev bang kir: "Em daxwaz li partiyên siyasî dikin ku bersiva Erşed Salihî bidin. Naxwe hêzên pêşmerge baş dizane çawa bersiva wan bide. Kî şerê DAIŞ’ê dike ew birayê me ye, ne tenê PKK hêzên din jî li vir dimîmin. PKK li Xurmatû nîne. Heta ku şer hebe ew ê Kerkûkê biparêzin."
Li ser pirsa rojnamevanekî ku çima di vê demê de daxuyaniyek Erşed Salihî çêbû; Wista Resûl got: "PKK salane bi Tirkiyê re şer dike ji bo mafê gelê Kurd têkoşînê dike. Ev herêmek aloz e di warê siyasî de hinek dixwazin dest bavêjin. Ew alî jî tên zanîn."
Li ser pirsa hebûna hêzên Tirk li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê jî Resûl got ku bila Salihî biçe li ser hebûna wan hêzên dagirker baxive.