Di çalakiyên gerîlayana de bi zelalî 6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA-STAR li Colemêrg, Mêrdîn, Amed û Dersimê çalakî li dar xistin. Li Wanê şerkî dem kurt pêk hat. Di çalakiyan de bi zelalî 6 leşker hatin kutşin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê, têkildarî çalakî û şerê gerîla yên li dijî artêşa dagirker a Tirk her ku diçe zêde dibe, daxuyaniyek nivîslî da. HPG’ê ev agahî parvekirin:

COLEMÊRG

17'ê Îlonê saet 14.00'an hêzên me bi çekên giran li leşkerên girên Ronahî ya li Şemzînan a Colemergê xistine. Li vir hijmara mirî û birîndaran nayê zanîn.

WAN

14'ê îlonê saet 17.30'an komek gerîlayên me li nêzî pira Tizizê ya navçeya Çetex a Wanê rastî leşkerên artêşa Tirk hatin û şerekî demkurt çêbûye. Piştî şerê bûyî gerîlayên me bi sax û silamet gihaştine cihên xwe.

MÊRDÎN

16'ê Îlonê saet 07.00'an li ser rêya Midyad-Nisêbîn a Mêrdînê çalakiya kontrola rê kirine. Di vê çalakiyê de hêzên em nasname kontrol kirine û têkildarî pêvajoyê gel agahdar kirine. Di dema çalakiyê de li gel ku hişyarîdayinên me jî, wesayiteke ku 2 kontra li nav bûn, ji hêla hêzên me ve hatine birîndar kirin. Medyaya şerê taybet got kontrayên ku hatine birîndarkirin sivîl in û bi vî awayî nûçeyên ne rast dide.

AMED

12'ê Îlonê li derdora gundên Barbîl, Hacûka, Kotêkan a navçeya Erxeniyê ya Amedê operasyon hatiye destpêkirin. 13'ê Îlonê operasyon bi paş ve hate kişandin lê li derdora gundên Kinêrê û Hacûka kemîn berdewam dikin.

16'ê Îlonê saet 20.30'an bi ser girê Tim ê girêdayî Dîcle de bi çekên ferdî çalakiyek hatiye lidarxistin. Li vir hijmara mirî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin, 2 ambûlans hatine û mirî û birîndarên xwe rakirine.

17'ê Îlonê berê sibehê li Dîcle bi ser girekî de ku ewlekariya bendave bi cih dianî çalakiyek hatiye lidarxistin. Têkildarî çalakiyê ku agahiyên berfirehtir hatin wê bi raya giştî re were parvekirin.

DERSIM

16'ê Îlonê saet 18. 15'an hêzên me li ser rêya taxa Meydanê ya Pulumur a Dêrsimê û di girê Gozetleme bi ser wesayita bi tîpa Kobra û wesayiteke sivîl ku leşker tê de bûn çalakiyeke sabotajê hatiye kirin. Di vê çalakiyê de wesayita sivîl hatiye rûxandin, 6 leşker mirine. Di heman demê de, 1 çawişê pispor û 2 kontro ên di wesayita zirxî de birîndar bûne.”