Hevşaredar û wekîlên wan: Divê gel xwedî li vîna xwe derkeve
Hevşaredar û wekîlên Hevşaredarên DBP'yî wê sibe li dijî desteserkirina şaredariyan dakevin qadan. Hevşaredar û wekîlan bang li gel kirin ku xwedî li şaredariyên xwe û vîna xwe derkeve.
Hevşaredar û wekîlên Hevşaredarên DBP'yî wê sibe li dijî desteserkirina şaredariyan dakevin qadan. Hevşaredar û wekîlan bang li gel kirin ku xwedî li şaredariyên xwe û vîna xwe derkeve.
Hevşaredar û wekîlên Hevşaredarên DBP'yî wê sibe li dijî desteserkirina şaredariyan dakevin qadan. Hevşaredar û wekîlan bang li gel kirin ku xwedî li şaredariyên xwe û vîna xwe derkeve.
AKEL: QEYÛM AMÛRA ŞER E
Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel da xuyakirin, ku Qeyûm amûra şer e û got, "Bi qeyûm re mejiyê bi serdstiya mêr, şaredarî dagir kiriye. Pêwîste civak li dijî qeyûm, li gel jinan têbikoşe. Em qeyûman weke darbeyek li azadiya jinê dibînin. Desthilatdarî hewl dide hemû saziyên civakî bi feraseta tekparêz destnîşan bike. Gel qeyûm qebûl nake. Em ê jî qebûl nekin."
SEVEN: DEST DANÎN SER ŞAREDARIYA ME
Wekîlê Hevşaredarên Qelqeliyê Cafer Seven diyar kir, şaredariya wan hatiye desteserkirin û got, "Şaredarî bi tîmên taybet dagirtin e. Banga me li gelê me ye. Bila dakevin kolanan. Em bi hilbijartinê hatin ser vî karî. Mafê me ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye desteserkirin. Em bang li gelê xwe dikin, ku dakeve qadan."
ÇELÎK: HETA GEL BIXWAZE, EM Ê LI VIR BIN
Wekîla Hevşaredarên Artemêtanê Nûrhaya Çelîk da zanîn, ku heta gel bixwaze ew ê li ser karê xwe bin û ev nirxandin kir: "Li welatên demokrasî lê heye, mirovên bi hilbijartinên tên, bi hilbijartinê diçin. Eger ji wan tê, bila hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Em şaredariya xwe di nava lepên qeyûm de nahêlin. Gel wê xwedî li şaredariya xwe derkeve. Em ji hêz agel bi bawer in."
AVCI: EM Ê TEVÎ GEL TÊBIKOŞIN
Wekîlê Hevşaredarên Erdîşê Guler Avci anî ziman, ku personel wê neçin kar û got, "Em ê tevî gelê xwe vê têkoşînê bimeşînin. Em qeyûm qebûl nakin. Em li ser wezîfeya xwe ne. Ev şaredarî yên gel in. Em ê vê zilmê, vê dagirkeriyê û talankirina vê vîna siyasî qebûl nekin."
CAN: BANG LI GEL DIKIM KU LI BER VÊ BÊHIQÛQIYÊ RABE
Hevşaredara Tûzlûca Neşegul Can da zanîn, ku ew ê li dijî qeyûman daxuyaniyan bidin çapemeniyê, çalakiyên destberdana ji kar pêk bînin û got, "Bang li gel dikim ku li ber vê bêhiqûqiyê rabe."
TAŞDEMÎR: DEST DANÎN SER VÎNA GEL, DIVÊ EV NEYÊ QEBÛLKIRIN
Wekîlê Hevşaredarên Xoşxeberê Halîs Taşdemîr got, "Vîna gel hatiye desteserkirin. Lazim e gel vê qebûl neke. Divê her kes dakeve qadan û nerazîbûnê nîşanî vê bêhiqûqiyê bide. Em ê xebatên xwe bidomînin."
YILDIRIM: GEL VÊ QEBÛL NAKE
Hevşaredarê Dihê Îdrîs Yildirim got, "Dest danîne ser vîna gel. Gel vê qebûl nake. Em ê tevî gel li dijî vê li ber xwe bidin. Ji aliyê hiqûqî ve jî çi pêwîst be em ê wê bikin. Divê gel jî xwedî li vîna xwe, xwedî li dengê xwe derkeve."
KARDAGI: GEL NE RAZÎ YE
Wekîlê Hevşaredarên Kopê Arafat Kardagi got, "Gel gelekî nerazî ye. Dibêje ew ê vê bi ti awayî qebûl nekin. Bi hêza ji gel werdigirin, em ê jî li her derê li ber qeyûm rabin û feraseta şaredariya gel bimeşînin. Em li ser karê xwe ne. Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî daxuyaniyên me yên sibe bibe.
TEKÎNER: ŞAREDARÎ MALÊ GEL E
Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner anî ziman, ku ew bi wezîfeya xwe radibin, di nava gel de ne û got, "Gel ji mijara qeyûm gelekî nerazî ye. Dibêje ku ew ê nerazîbûna xwe bi rengekî herî baş di sindoqan de nîşan bidin. Şaredarî malê gel e. Gel wê xwedî li dengê xwe derkeve."
AKBAŞ: EM BANGA BERXWEDANÊ LI GELÊ XWE DIKIN
Wekîlê Hevşaredarên Pirsûsê Halîl Akbaş banga berxwedanê lig el kir û got, "Pêwîste gelê me li dora şaredariyên xwe bicivin. Me gelek caran dan xuyakirin, ku em qeyûm nas nakin. Lewma girîng e gelê me beşdarî çalakiyên me yên ji bo xwedîderketina li şaredariyan bibe. Şaredarî vîna gel e."
YILDIRIM: EM HÊ DI DESTPÊKA KARÊ XWE DE NE
Wekîla Hevşaredarên Şemrexê Necla Yildirim diyar kir, ev 8 roj in li ber şaredariyê çalakiya wan a rûniştinê dewam dike û got, "Di heman demê de xebatên me li gundan jî dewam dikin." Yildirim anî ziman ku ew ê tevî jin û ciwanan têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em bi hilbijartinê hatin, em ê bi hilbijartinê biçin. Qeyûm wê bi maşînên zirxî nikare bibe nûnerê vî gelî.