Krîza li Başûrê Kurdistanê mezin dibe
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Başûrê Kurdistanê ragihand, gaza xwezayî ya her sal li gel tê belavkirin wê îsal neyê belavkirin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Başûrê Kurdistanê ragihand, gaza xwezayî ya her sal li gel tê belavkirin wê îsal neyê belavkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, gaza her sal ji aliyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve tê belavkirin wê îsal neyê belavkirin û ji gel xwest, ku gazê bi derfetên xwe peyda bike.
Serokê Koma Tevgera Goran a Meclîsa Wîlayeta Hewlêrê Ebdulrehman Muhedîs ev daxuyaniya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî nirxand. Muhedîs Li Meclîsa Wîlayeta Hewlêrê axivî û got, "Bi vê biryarê re, bi zanebûn dixwazin krîzeke nû derxînin pêşiya welatiyan. Ev tê wateya derxistina krîzeke nû."
Ebdulrehman Muhedîs diyar kir, ev krîz wê mezintir bibe û li sektorên cuda yên cemaweriyê jî der bide.