KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Bajarê ku zeman kirî du felqe: Kobanê- 11
Li Kobanê piştî êrîşa 29’ê Mijdarê ‘pêngava rizgarkirina Kobanê’’ dest pê kir. Bi pêngavê re cihên stratejîk yek bi yek ji çeteyan hatin paqijkirin û berxwedana Kobanê bi serkeftinê tacîdar dibû. -
Artêşa Îranê li gundên Rojhilat-Bakurê sînorê Kurdistanê dest bi operasyonê kir
Hêzên artêşa Îranê li gundê Şimşilê yê rojhilatê Kurdistanê dest bi operasyonê kirin. -
KCK’ê ji bo Komxebata KNK’ê ku îro li Kerkûkê dest pê kiribû peyam şand
KCK’ê bi peyamek nivîskî Komxebata KNK’ê ya li Kerkûkê slav kir û xwest ku ev komxebat bibe wesîleya Yekîtiya Demokratîk a Netewî ya gelê Kurd. -
Komxebata KNK’ê: Yekîtiya Netewî em pêk bînin, astengiyên li ser Rojava em rakin
Komxebata KNK’ê bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî Li Ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî’ dest pê kir. Hemû partiyên amade peyamên xwe didin. -
Hevşaredara Tatosê Karaca hat girtin
Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca ya hatibû binçavkirin hat girtin. -
Li Başûrê Kurdistanê serdanên heyeta HDP'ê didome
Heyeta HDP'ê ya di serokatiya Selahattîn Demîrtaş de hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne, Navenda Giştî ya Polîtburoya Tevgera Goran ziyaret kir. -
Reşît: Derfetên me hene ku em pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê çareser bikin
Komxebata Başûrê Kurdistanê ya ji hêla KNK’ê hate organîzekirin bi axaftina Hevserok Rebwar Reşît ve dest pê kir. Reşît got; “Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên cîdî hene. Lê derfetên me hene ku em çareser bikin û derbas bikin.” -
Koç: Bûyerên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan firsendên dîrokî diafirînin
Komxebata Başûrê Kurdistanê ya ku KNK bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî li ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî’ organîze dike, bi tevlîbûna nûnerên partiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyenan li Kerkûkê dest pê kir. -
Li Kerkûkê Komxebata KNK’ê dest pê kir
KNK’ê bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî li ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî’ komxebat li dar xist. -
Şervanê Minbicê Rustem Ezîziyê li Hesekê hate veşartin
Cenazeyê têkoşer Omer Mihemed Seyîd (Rûstem Ezîziyê) yê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li Hesekê hate birêkirin. -
Li Dijî Fermandariya Jendermeyan a Elbakê çalakî
Duh êvarî li dijî Fermandariya Jendermeyan a navçeya Elbak a Wanê çalakiyek hate lidarxistin. -
Heyeta HDP'ê serdana Polîtburoya YNK'ê kir
Heyeta HDP'ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, serdana Polîtburoya YNK'ê kir. -
Li Êlihê 24 siyasetmedarên Kurd hatin girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Êlihê ji 36 siyasetmedarên Kurd ên 21’ê Îlonê hatibûn binçavkirin, 24 hatin girtin. -
Serjimêriya li Rojava bi dawî bû
Pêngava ‘Ez li virim’ a serjimariyê ya ku Desteya Rêxistinî ya Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi rê ve dibe, îro li bajar û gundên Kantona Cizîrê Amûdê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan bi dawî bû. -
Heyeta HDP’ê piştî Talebanî serdana Tevgera Azadî kir
Heyeta HDP’ê piştî hevdîtina xwe ya li gel Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm, gihişt bajarê Silêmaniyê û li gel Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî rûnişt û piştre jî serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir. -
Ji bo siyasetmedarê Kurd Hebîbûla Letîfî banga hestiyariyê
Navenda Parêzerên ku Mafên Mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê Diparêzin, destnîşan kir ku hê gefa dardekirinê li siyasetmedarê Kurd ê girtî Hebîbûla Letîfî tê xwarin û banga hestiyariyê kir. -
Endamê YPS Bor ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin
Cenazeyê endamê YPS Zîndan Bor (Cafer Gever) ku ji aliyê polîsan ve hatibû infazkirin îro li Wanê bi girseyî hate veşartin. -
YPG: Çeteyên artêşa Tirk êrîşî nuqteyên me kirin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê ragihand ku çeteyên SÛK’ê (Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê) li bajarê Ezazê bi destekdayîna leşkerên Tirk, nuqteyên YPG’ê hedef girtin. -
Gerîlayên HPG’ê çalakiyên sûîqestê li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê destnîşan kir ku gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Korxê ya girêdayî navçeya LIcê ya Amedê û li dijî Qereqola Beyaz Çeşme ya girêdayî navçeya Pîranê rêzeçalakiyên sûîqestê li dar xistine. -
Li Colemêrgê çalakiyên xurt ên gerîlayên HPG'ê
Gerîlayên HPG'ê roja 21'ê Îlonê bi çekên giran li helîkoptereke bi tîpa Skorsky a hewl dida xwe li Tûgaya Çelê deyne, xistin. Di gelek çalakiyên din ên li Colemêrgê de derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin. -
Hevserokên Şaredarî û Bajaran biryara 'geşkirina berxwedanê' girtin
Di danezana encamê ya civîna Hevserokên Şaredarî û Bajaran ên DBP'yî de, biryara geşkirina berxwedanê hat ragihandin. -
Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî hate bibîranîn
Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî ku li Başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin li Silêmanî hate bibîranîn. -
Çeteyan êrîşî nuqteyên YPG'ê kirin
Komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê êrîşî nuqteyên şervanên YPG'ê yên li gundê Vîlata Qadî û Merenaz ên Şehbayê kirin. Şervanan bersiv dan û gelek çete hatin kuştin. -
Heyeta HDP'ê bi Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm re rûnişt
Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, piştî danûstandinên li Hewlêrê îro danê sibehê derbasî Kerkûkê bû û bi Waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm re hevdîtin kir. -
Li Şemzînanê wesayîta zirxî hat teqandin
Li pêşiya gundê Şapatan ê Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da.