Li Şemzînanê wesayîta zirxî hat teqandin
Li pêşiya gundê Şapatan ê Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da.
Li pêşiya gundê Şapatan ê Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da.
Li gundê Şapatanê ku bi 5 kîlometreyan dûrî navçeya Şemzînan a Colemêrgê ye, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da. Li ser teqînê agahiyên berfireh bi dest neketin. Piştî teqînê, gelek ambûlansan berê xwe dan herêmê.