YPG: Çeteyên artêşa Tirk êrîşî nuqteyên me kirin
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê ragihand ku çeteyên SÛK’ê (Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê) li bajarê Ezazê bi destekdayîna leşkerên Tirk, nuqteyên YPG’ê hedef girtin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê ragihand ku çeteyên SÛK’ê (Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê) li bajarê Ezazê bi destekdayîna leşkerên Tirk, nuqteyên YPG’ê hedef girtin.
YPG’ê da xuyakirin ku hêzên wan li gorî rewşa xweprastinê tevdigerin û bersiva êrîşa çeteyan dane.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a Kantona Efrînê der barê êrîşên çeteyên SÛK’ê de daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Çeteyên Koalisyona Niştîmanî ya Sûriyeyê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û Koalisyona Navneteweyî ve tên destekirin, şevê din êrîşî nuqteyên hêzên me yên li gundê Merenaz ê girêdayî Kantona Efînê kirin. Êrîşê heta saetên serê sibehê dom kir.
Komên koalisyonê di êrîşê de, çekên giran û sivik bi kar anîn. Êrîşa çeteyan ji hêla şervanên YPG’ê hate bersivandin.
Tevî ku em di rewşa parastinê de bûn, çeteyên ku li Ezazê bi cih dibin saet di 06.00’ê sibehê de, dîsa êrîşî nuqteyên YPG’ê yên li gundê Merenaz kirin. Êrîş û topbarana çeteyan, 2 saetan dom kir. Yekîneyên me bersiva van êrîşa çeteyên ku ji aliyê koalisyona navnetewî ve tên destekirin, dan.
Yekîneyên me bersiva êrîşan didin û ew di rewşa parastinê de ne.”