Li Başûrê Kurdistanê serdanên heyeta HDP'ê didome

Heyeta HDP'ê ya di serokatiya Selahattîn Demîrtaş de hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne, Navenda Giştî ya Polîtburoya Tevgera Goran ziyaret kir.

Heyeta HDP'ê di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, hevdîtinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Heyet di çarçoveya hevdîtinên xwe de Navenda Giştî ya Polîtburoya Tevgera Goran ya li Girdê Zergete ziyaret kir. Heyet ji aliyê endamên polîtburoyê, Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa û Omerî Seîd Elî Pêşwazî ve hate pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku hevdîtina her du aliyan di van saetan de didome. Tê payin ku piştî hevdîtinê her du alî daxuyaniyek hevpar bidin.

Her wiha wê heyet îro saet di 13:00'an de Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yûsif Mihemed jî ziyaret bike.