Ji bo siyasetmedarê Kurd Hebîbûla Letîfî banga hestiyariyê

Navenda Parêzerên ku Mafên Mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê Diparêzin, destnîşan kir ku hê gefa dardekirinê li siyasetmedarê Kurd ê girtî Hebîbûla Letîfî tê xwarin û banga hestiyariyê kir.

Navenda Parêzerên ku Mafên Mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê Diparêzin der heqê siyasetmedarê Kurd Hebîbûla Letîfî ku rejîma Îranê bi îdîaya alîkariyê dide PJAK’ê ew girtin û cezayê îdamê lê birîn, raporek weşand. Di raporê de bal hat kişandin ku cezayê darvekirinê yê Letîfî sala 2015’an hatiye rakirin û veguheriye cezayê hepsê yê hetahetayî, hate diyarkirin ku ji wê demê û şûn de ti têkîliya wî bi malbata wî re çênebûye û wiha hate gotin; “Her çiqasî ji hêla Komîsyona Efûyê ceza mîna cezayê hepsê yê hetahetayî hatibe diyarkirin jî, ev hê ji dadgehê re nehatiye ragihandin. Her wiha, ceza ji hêla Itlaetê (Îstîxbarata Îranê) hate redkirin. Ji ber vê jî hê gefa îdamê li ser Latîfî heye.”

Hebîbûla Letîfî hê jî li girtîgeha bajarê Sinê ya Rojhilatê Kurdistanê tê ragirtin.