Heyeta HDP'ê serdana Polîtburoya YNK'ê kir

Heyeta HDP'ê ya di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, serdana Polîtburoya YNK'ê kir.

Heyeta HDP'ê di serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, îro li Silêmaniyê piştî serdana Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, di saet 18:00'an de çû ziyareta Polîtburoya YNK'ê. Heyet ji aliyê, Berpirsê Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar û çend endamên polîtburoyê ve hat pêşwazîkirin.

Li sernavê heyeta HDP'ê Selahettîn Demîrtaş û li ser navê Polîtburoya YNK'ê jî Mele Bextiyar piştî civînê daxuyanî dan.

Destpêkê ji polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar axivî û xêrhatina heyetê kir û wiha got; "Di demeke wiha de, hatina heyeteke di vê astê de, pir girîng e. Bi taybet jî ji Bakurê Kurdistanê. Weke YNK me timî piştgiriya xebatên Bakurê Kurdistanê kirine. Wê xebat û diyalogên me berdewam bin. Li Başûrê Kurdistanê jî gelek pirsgirêk hene. Ji bo van pirsgirêkan jî hewldanên çareseriyê çêdibin. Weke heyeta HDP'ê, wezîfegirtina ji bo çareseriya van pirsgirêkan, em pir erênî dibînin."

Piştî Mele Bextiyar jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş axivî û keyfxweşiya xwe ya bi dîtina Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talebanî û endamên polîtburoya YNK'ê anî ziman û wiha pê de çû; "Bêguman, YNK'ê tim xebatên Bakurê Kurdistanê şopandiye û desteka xwe kêm nekiriye. Em van dibînin û li vir spasiya wan dikin. YNK partiyeke ku xebatên wê ji bo gelê Kurd diyar e. Tiştên me di hevdîtinên xwe yên li gel partiyên din ên Başûr de goftûgo kirin, me li gel YNK'ê jî anîn ziman."

Heyeta HDP'ê wê sibehê saet 10:00'an bi Tevgera Goran û saet 13:00'an jî bi Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Yûsiv re bicive.

...