Şervanê Minbicê Rustem Ezîziyê li Hesekê hate veşartin

Cenazeyê têkoşer Omer Mihemed Seyîd (Rûstem Ezîziyê) yê ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabû, li Hesekê hate birêkirin.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê bi armanca oxirhilanîna cenazeyê têkoşer Omer Mihemed Seyîd (Rustem Ezîziyê) yê ku 20’ê Tebaxê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li pêşiya Navenda Malbata Şehîdan kom bûn.

Piştî ku gel cenazeyê têkoşer wergirtin, bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk tê ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Cenaze li gundê Dawidiyê ji aliyê sedan welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Şervanan darbesta têkoşer hilgirtin serê milên xwe û di nava dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ de derbasî cihê merasîmê kirin.

Li goristanê merasîm hat lidarxistin. Bernameya merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê, Endamê Meclîsê Bengîn Badînî axivî. Badînî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got ku têkoşer Omer şehîdê tevahî Rojava ye, bi bîr xist ku ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê canê xwe feda kiriye.

Badînî destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê mil bi mil parastina nirxên jiyana hevbeş dikin û got ku ne Erdogan ne jî çeteyên wî wê karibin li hemberî îradeya gelê herêmê bisekinin.

Paşê li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Zekî Kobanê jî axaftin kir. Kobanê di destpêka axaftina xwe de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û got: “Li hawirdora Rojava êrîş têne kirin, komên çete dixwazin herêmên me dagir bikin. Lê bila her kes baş zanibe ku wê gelê Rojava ti carî dagirkiyê qebûl neke. Îro bi hezaran şervan ji bo rûmeta gel şehîd bûne. Wekî YPG‘ê em ê jî xeta şehîdan bişopînin. Ne mimkûn e ku xwîna şehîdan vala biçe. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe berdewam bikin û tola şehîdên xwe hilînin.”

Piştre li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cîhad El-Licî jî axaftin kir û bi bîr xist ku bi saya ked û xwîna têkoşeran gel li ser axa welatê xwe bi aramî dijîn. El-Licî destnîşan kir ku li hember nirx û destkeftiyên şoreşa Rojava planên qirêj hene û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Her wiha li ser navê Yekîtiya Oldaran a Kantona Cizîrê Şêx Mele Mihemed Reşîd jî axaftin kir û got : “Bila malbatên Şehîdan ti carî xemgîn nebin, ji ber zarokên wan ji bo parastina nirxên mirovahiyê şehîd bûne. Ew kesên ku ji bo parastinê jiyana xwe ji dest didin, di bihuştê de ne.”

Piştî axaftinan, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Cîhan Mihemed nasnameya têkoşer xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de şervanên YPG’ê û hevalên têkoşer darbesta wî hilgirtin ser milên xwe û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” de spartin axê.