Komxebata KNK’ê: Yekîtiya Netewî em pêk bînin, astengiyên li ser Rojava em rakin

Komxebata KNK’ê bi dirûşmeya ‘Şêwira Neteweyî Li Ser Rewşa Başûrê Kurdistanê Helwest û Piştgirî’ dest pê kir. Hemû partiyên amade peyamên xwe didin.

Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê KNK’ê Rêbwar Reşîd ve hat kirin. Rêbwar Reşîd diyar kir ku gelê Kurd di encama têkoşîn û xebatekê de îro gelek destkeftî bidest xistiye û wiha got: “Destkeftiyên li Başûr bandorek erênî li ser parçeyên din kir, bû hêviyek mezin ji parçeyên din re. Proseya siyasî ya li Başûrê Kurdistanê mixabin wiha lê kiriye ku em îro li şûna ku li ser pêşxistina pergala siyasî biaxivin, em neçarin behsa pirsgirêkên heyî bikin. Ev civînek şêwirmendî ye, em ê hewl bidin li rêyên çareseriyê bigerin.”

Li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê Ebduletîf Gilî jî di komxebatê de axivî û wiha got:“Em sipasiya aliyan dikin ku ev civîn li Kerkûkê li dar xistin. Kerkûk bajarê hemû aliyan e. Divê em bê ku xwe bispêrin ti hêzekî em bi xwe çareseriya xwe peyda bikin. Ez hêvî dikim ku ev yekê ji bo hemû çareseriya pirsgirêkên di nava me de bibe çareserî.”

Cîgirê Yekem ê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl jî peyamek ji civînê re şand û xwest ku ev civîn bibe destpêka yekîtiya neteweyî.

Li ser navê Polîtburoya YNK’ê Aso Mamend peyamek xwend û got: “Mixabin em her tim bi paş ve diçin. Daxistina parlamentoyê di vê demê de me lawaz dike. Cîhan şanaziyê bi berxwedaniya şervan û pêşmergeyan dike û Kurd wisa hatin naskirin. Ji bo wê jî di demek wiha hesas de em weke YNK dixwazin ji bo çareseriyê em bibin yek. Divê sînorên Herêma Kurdistanê li ser Rojava were vekirin. Ji bo ku gelê Rojava zêdetir êş nekşîne û di dorpêça neyaran de nemîne. Bi hezaran şehîd ji bo parastina xaka me hatiye dayîn. Ev  şer êdî ber bi dawî ve diçe divê em xwe ji bo piştî şer amade bikin. Ji bo wê divê em berjewendiyên hizbî daynin aliyekî û yekîtiya xwe bihêz bikin. Em hemû pêşmerge û şervanan silav dikin ku niha di eniya şer de parastina xaka Kurdistanê dikin.”

 Li ser navê Polîtburoya PDK’ê Salih Dilo jî axivî û wiha got: “Me ji bo azadiya xwe gelek têkoşîn daye. Gelê me gelek qonaxên zehmet derbas kiriye. Em bi keda xwîna şehîdan gihiştine van rojan. Gelek destkeftiyên me di vê demê de heye. Raste gelek pirsgirêkên me hene, lê belê em xwedî parlamento û hêz in. Pirsgirêkên heyî dikarin werin çareserkirin. Em piştgiriya vê civînê dikin û ji bo her çareseriyekî amade ne.”

 Li ser navê Yekgirtûya Îslamî, Dr. Mihemed Ehmed jî axivî û ev anî ser ziman: “Divê em nîqaşê li ser pergalek siyasî ya demokratîk bikin. Divê li gel hemû cudahiyan em bibin yek. Şer û mercên îro li herêmê ji vê yekê re guncave. Divê em bi hev re li çareseriyê bigerin. Em bihevre bihêzin, em bi tenê lawaz in. Pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê niha bûye sedem ku parlamento hatiye daxistin. Ji ber berjewendiyên hizbî em di vê halê de ne. Ez hêvî dikim ev civîn gavek baş be ji bo em van pirsgirêkan çareser bikin.”

 Nûnerên Goran û Komela Îslamî nikarîbûn beşdar bibin.

...