Endamê YPS Bor ber bi rêwîtiya dawî ve hate birêkirin
Cenazeyê endamê YPS Zîndan Bor (Cafer Gever) ku ji aliyê polîsan ve hatibû infazkirin îro li Wanê bi girseyî hate veşartin.
Cenazeyê endamê YPS Zîndan Bor (Cafer Gever) ku ji aliyê polîsan ve hatibû infazkirin îro li Wanê bi girseyî hate veşartin.
Cenazeyê endamê YPS Zîndan Bor (Cafer Gever) ê di 20'ê Îlona 2016'an de li Taxa Fehîm Avrasî ya navçeya Rêya Armûşa Wanê ji aliyê polîsan ve hatibû înfazkirin, îro ji nexweşxaneya Lêkolînê ya Yuzuncuyilê ya Wanê hat wergirtin û ber bi goristana Yenî Mahalle ya Rêya Armûşê ve hat rêkirin. Piştî girse gihişt goristanê, cenazeyê Bor bi berzkirina dirûşmeyan hat definkirin.
Hat diyarkirin ku malbata Bor wê sersaxiyê li konê şînê ya li taxa Bayirli kolana 1'emîn qebûl bikin.
Hat ragihandin ku dema bavê Bor, Nedîm Bor ji bo cenazeyê kurê xwe bigire diçû nexweşxaneyê ji aliyê polîsan ve bêyî ku hincetek bê nîşandan hat binçavkirin.