BI DÎMEN

Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî hate bibîranîn

Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî ku li Başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin li Silêmanî hate bibîranîn.

Nûçegihanê Rojnewsê Wedat Hisên Elî ku 13’ê Tebaxê ji hêla kesên nediyar ve hatî qetilkirin, li Silêmanî li hêwana Çandê bi bernameyekê hate bibîranîn. Malbata wî, nûnerên partî û saziyên Başûrê Kurdistanê, wekîl, nivîskar û nûçegihan amade bûn.

Birayê mezin Tarik Hisên Elî ANF’ê re got, "Ev 40 roj derbas bûn ku Wedat hatî qetilkirin. Di vê mijarê de bersiva ku me ji rayedaran girtî ew e ku dibêjin hê lêpirsîn berdewam e. Gelek kesan kujerê birayê min dîtin. Şahidên bûyerê ji ber gefan nikarin îfadeyê bidin. Herêma Behdînan di kontrala desthilatdariya PDK’ê de ye. Ne hikûmet û ne jî rayedarên PDK’ê em agahdar kirine."

Birayê din ê Wedat, Samed Hisên Alî jî got, "Wedat li cihê ku bi dehan kes û gelek kamerayan tomarî dikir ji hêla 7 kesan ve hate revandin. Bi awayekî hovane hate kuştin. Hê jî kujer nehatine dîtin. Em ê dev ji vê neqerin. Em ê dosyayê bibin qada navneteweyî."

Di bîranînê de Berdevkê Karên Derve yê Başûr ê KCK’ê Dr. Huseyîn Amed, Sekreterê Sendîkaya Nûçegihanên Herêma Kurdistanê Hemîd Berxwedan, Wekîlê Tevgera Goran Dr. Şêrko Heme Emîn axivîn û li ser navê Rêxistina Metro ku sendîkaya nûçegihanan e axaftin hatin kirin.

Piştî axaftinan belge-fîlmek ku qetilkirina nûçegihanên Başûrê Kurdistanê Serdeşt Osman, Kawa Germiyanî, Soran Mama Hame û Wedat Hisên Elî ji xwe re kirî mijar, ji hêla televîzyona NRT’ê ve hatibû amadekirin, hate nîşandan.

...