Çeteyan êrîşî nuqteyên YPG'ê kirin

Komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê êrîşî nuqteyên şervanên YPG'ê yên li gundê Vîlata Qadî û Merenaz ên Şehbayê kirin. Şervanan bersiv dan û gelek çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHAy'e, komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê şevê din êrîşî çeperên YPG’ê yên li gundên Vîlata Qadî û gundê Merenaz ên girêdayî herêma Şehbayê kirin. Çeteyan bi çekên giran êrîş kirin. Şervanên YPG’ê bersiv dan êrîşî û êrîş pûç kirin.

Komên çete ku li herêma Ezazê bicih bûne, serê sibehê saet di 05.00’an de dîsa hewl dan êrîşî nuqteyên YPG’ê bikin. Şervanan dîsa bersiveke tund dan çeteyan û gelek çete kuştin.
Ji aliyekî din ve komên çete yên DAIŞ’ê duh saet di 19.00’an de êrîşî gundê Um El-Hoş ê girêdayî Şehbayê kirin. Çeteyan bi topên hawanan êrîş pêk anîn. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.