KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şemzînanê wesayîta zirxî hat teqandin
Li pêşiya gundê Şapatan ê Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da. -
Serjimariya li bajarên Kantona Cizîrê dest pê kir
Li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan ên Kantona Cizîrê, îro saet di 08:00 de sermijariyê dest pê kir. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Dêrikê hat weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li nêzî gundê Kozberî yê Dêrika Çiyayê Mazî weşand, ku di vê çalakiya 25'ê Tîrmehê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder bi temamî hat rûxandin. -
Efrînê 8 cangoriyên xwe spart axê
Cenazeyên 8 cangoriyên Cephet El Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê, li Efrînê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Bernameya komxebata KNK'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê eşkere bû
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê, di 24-25'ê Îlonê de li Kerkûkê komxebatekê organîze dike. Bernameya vê komxebatê eşkere bû. -
Leşkerên Tirk bi rêbaza DAIŞ'ê îşkence kirin
Leşkerên Tirk, zarokekî Ereb ê 16 salî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zevt kirin û bi tekbîrê îşkence lê kirin. Leşkerên Tirk guhê vî zarokî jê kirin. Zarokê birîndar li Rojava tê dermankirin. -
Li 18 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 18 gundên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê, derketina derve hat qedexekirin. -
AKP li Amedê li pey rantê ye
Walîtiya Tirk a li Amedê destûr neda Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku şebekeyên ava gemarî, ava baranê û ava vexwarinê yên li Sûrê çêbike. Biryar da vî karî bi xwe bike. -
Qeymeqamê Daqûqê: Divê Salihî lêborînê ji PKK'ê û gelê Kurd bixwaze
Nerazîbûnên li daxuyaniyên Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî zêde dibin. Qeymeqamê Navçeya Daqûq a Kerkûkê Dr. Emîr Xwakerem got, divê Salihî lêborînê ji PKK'ê bixwaze. -
Şervanê YPS’ê Yalçin ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Şervanê YPS’ê Yakûp Yalçin (Ferhat) ê ku di berxwedan xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, li Dutaxê hate definkirin. -
KHM: Kesên ku li Sasonê di bin çavan de ne, ev 48 saete tên êşkencekirin!
KHM’yê, diyar kir ku kesên ku li Sasonê hatin girtin tên êşkencekirin, daxwaz kir ku bi lezgîn dozger ji peywirê bê girtin. -
Qeymeqamên ku bi ‘Bêexlaqiyê’ dihat sûcdarkirin bi qeyûmê hate wezîfedarkirin!
Ondar Çan ê ku bi qeyûmê ji bo Îpekyolûyê hate destnîşankirin der ket holê ku ji beriya niha bi sûcê ‘Bêexlaqiyê’ lêpirsîn di derbarê wî de hatibû destpêkirin. Hat diyarkirin ku Çan ji bo dixtorekî jin dijûnên zayendî kirbû. -
Nasnameyên kesên ku li Wanê hatin înfazkirin diyar bûn
Hat ragihandin ku navên kesên birîndar ku li Wanê ji aliyê çeteyên Qesxrê ve hatin qetilkirin Zindan Bor û Mehemt Yalçin in. -
Êrîşên arteşa Tirk a li dijî Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê dewam dike
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê li dar dixin, dewam dike. -
Gerîla TV, dîmenê çalakiya fedayî ya 26’ê Tebaxê weşand
Gerîla TV, dîmenê çalakiya gerîlayê HPG’ê yê bi nasnav Firat Pirsûs bi navê Mûstefa Aslan ê ku di 26’ê Tebaxê de li navçeya Cizîr a Şirnexê çalakiya fedayî li dar xisibû parvekir. -
Şahidên Doza Mûsa Enter hatin guhdarkirin
Di Doza Qetilkirina Mûsa Enter, piştî 24 salan li 2 şahidan hate guhdarkirin. Lê şahidan diyarkirin ku têkildarî qewimîna bûyerên, ti agahiyên wan nîne. -
Li Silopiyayê 2 endamên YPS Jinê jiyana xwe ji dest dan
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, roja 12'ê Îlonê 2 endamên YPS Jinê li gundê Rubaiyeyê li çeteyên qesrê rast hatine û ji bo tiştek bi gundiyan neyê xwe feda kirine. -
Li Qers û Şirnexê çalakiyên gerîla
Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên Tirk ên 19'ê Îlonê li bejahiya gundê Kaniya Kaymakam a Şirnexê derketin operasyonê, çalakiya sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. -
'Çalakiya min rexnedayîna min e'
Gerîlayê HPG'ê Bahoz Colemêrg ê di 10'ê Hezîranê de li gundê Kêlika Rêzak ê li navenda Şirnexê çalakiya fedayî pêk anî, di nameya xwe de destnîşan dike, ku ew dixwaze tola berxwedêrên xwerêveberiyê hilîne. -
Cerablûs: Erdogan dixwaze Girê Spî dagir bike
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Armanc Cerablûs da xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan dixwaze di bin navê operasyona Reqqayê de Girê Spî dagir bike. -
Li Kerkûkê 6 kes bi gumanbariya êrîşa terorîstî hatin binçavkirin
Polîsê Kerkûkê duh bi şev li taxa Wastî operasyonek pêk anîn û 6 kesên guman ji wan dihat kirin ku amadekariya êrîşa bombeyî dikirin, binçav kirin. -
Rûniştina doza Pirsûsê bêyî amadebûna bersûc pêk hat
Doza bi sûcdariya "Erka xwe bi nebaşî bi kar aniye û xemsarî kiriye" li Mehmet Yapalial hat vekirin, îro li Dadgeha Ceza ya Esliye ya Pirsûsê hat dîtin. -
Çeteyên Qesrê li Wanê 2 kes înfaz kirin
Çeteyên qesrê li Wanê avêtin ser malekê û li vê derê 2 kes înfaz kirin. Di vê êrîşa çeteyên qesrê de 2 kes jî hatin binçavkirin. -
Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê li Hewlêrê ye
Wezîrê Parastinê yê Îngilîstanê Mîchael Fallon ji bo hin hevdîtinan bike hat Başûrê Kurdistanê. -
Danûstandinên şandeya HDP'ê yên li Başûrê Kurdistanê didomin
Şandeya HDP'ê danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Şande duh êvarê bi Alîkarê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Dr. Berhem Salih re li Hewlêrê rûnişt.