Leşkerên Tirk bi rêbaza DAIŞ'ê îşkence kirin
Leşkerên Tirk, zarokekî Ereb ê 16 salî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zevt kirin û bi tekbîrê îşkence lê kirin. Leşkerên Tirk guhê vî zarokî jê kirin. Zarokê birîndar li Rojava tê dermankirin.
Leşkerên Tirk, zarokekî Ereb ê 16 salî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zevt kirin û bi tekbîrê îşkence lê kirin. Leşkerên Tirk guhê vî zarokî jê kirin. Zarokê birîndar li Rojava tê dermankirin.
Hovîtiya leşkerên Tirk a li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dewam dike. Leşkerên Tirk, ku heta niha bi dehan mirov qetil kirine, vê carê jî bi anîna tekbîrê îşkence li zarokekî Ereb ê 16 salî kirin. Zarokê bi navê Diya Elhac got, "Mîna DAIŞ'ê ji aliyekî ve tekbîr danîn, li aliyê din jî îşkence kirin."
Diya Elhac ê ji Hesekê, ku hewl dida ji herêma sînor a Amûdê-Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin. Leşkerên Tirk tekbîr anîn, îşkence li Elhac kirin û bi qontaxa çekê li serê wî dan. Ji ber vê îşkenceyê guhekî Elhac jê bû û tasa serê wî ji gelek cihan ve şikest.
Elhac got, "Ti cudahî di navbera dewleta Tirk û DAIŞ'ê de nîne." Elhac niha li Rojavayê Kurdistanê tê dermankirin.
Dewleta Tirk a ku ji ber dijminatiya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve destek da çeteyan, lê hemû planên wê têk çûn, heta niha bi dehan însan qetil kiriye. Ji ber îşkenceyê, bi sedan mirov seqet hişt. Cenazeyên gelek mirovên me li cihên weke Cizîr, Nisêbîn û Silopiyayê ne û ji malbatan re nayên dayîn.