Cerablûs: Erdogan dixwaze Girê Spî dagir bike

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Armanc Cerablûs da xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan dixwaze di bin navê operasyona Reqqayê de Girê Spî dagir bike.

Têkildarî operasyona Babê ku piştî dagirkirina Cerablûs û El Raî ket rojevê û operasyona Reqqayê, ku li ser zimanê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê ye, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Armanc Cerablûs ji ajansa me re axivî.

Cerablûs der barê operasyona Babê de bal kişand ser rastiyên li ser rûyê erdê û got, "Şerekî taybet tê meşandin. Hewl didin xwe serketî nîşan bidin." Cerablûs da zanîn, DAIŞ'ê di nava 3 rojan de dest bi êrîşê kiriye û 8 gund ji destê çeteyên artêşa Tirk piştgiriya wan dike, derxistiye. Cerablûs da xuyakirin, ku DAIŞ dixwaze xeta Cerablûs û Ezazê bibire. Cerablûs diyar kir, eger desteka tank û balafiran a artêşa Tirk nebe wê ev komên çete nikaribin li ber DAIŞ'ê bisekinin û got, "Eger desteka artêşa Tirk nebe, DAIŞ wê di nava nîv saetê de Cerablûsê bi dest bixe. Tevî desteka artêşa Tirk jî nikarin bi pêş ve biçin û li ser rûyê erdê winda kirin. Ji ber ku projeyên xwe nîne. Komên selefî, cîhadîst in û bi her awayî çalakiyên terorî kirine. Li Cerablûsê dizî û talanê dikin. Li gorî agahiyên ji nava bajêr gihîştine ber destê me, zilmê li gelê li nava bajêr dikin. Komên ku projeyên wan ên çareseriyê tinebe, şensê xwe yê serketinê jî nîne. Lewma li ser rûyê erdê tiştekî bi navê operasyona Babê nîne. Bi tenê pirsgirêka komên terorê yên nikarin bi DAIŞ'ê heye."

Cerablûs ragihand, Tirkiye bi bilêvkirina 'operasyona Babê' hewl dide atmosfereke xapandinê bafirîne û destnîşan kir, ku koalîsyona navneteweyî destekê nade vê tevgera dagirkirinê û wê destûrê nedin hewldaneke bi navê operasyona Babê. Cerablûs bal kişand ser gotina 'Em ê Cerablûsê bikin Dîloka biçûk' a Waliyê Tirk ê li Dîlokê û got, "Tu axa kê dike Dîlok? Biçe bi Dîlokê re mijûl bibe. Tu bi kîjan mafî vê yekê dibêje?" Cerablûs da xuyakirin ku Tirkiye dizane çeteyên ew piştgiriya wan dike nikare bajêr bi rê ve bibin, lewma hewl dide bi dagirkeriyê bi rê ve bibe.

Armanc Cerablûs diyar kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ew jî di bin sîwanê wê de cih digirin, xwedî proje ye û ragihand, ew ji bo gelên Sûriyeyê jiyaneke wekhev, azad û hevpar dixwazin. Cerablûs got, "Lewma em li bendê ne ku rûyê rast ê Tirkiye û çeteyên ew piştgiriyê dide, li Cerablûsê derkeve holê. Bi teşhîrbûna wan re gel bang li me dike. Em tevgereke ku ji bo temamiya Sûriyeyê xwedî proje ne. Lewma ji bo Bab, Reqqa, Cerablûsê jî proje û amadekariyên me hene. Em dixwazin Sûriyeyeke ku gelên me bi rengekî azad lê bijîn ava bikin û em ê bi ser bikevin. Tifaqa me bi hêzên navneteweyî re heye. Em xwe dispêrin hêza xwe, xwe dispêrin ciwanên Sûriyeyê."

Li ser gotina "Em dikarin tevlî operasyona Reqqayê bibin" a Erdogan û hikûmeta Tir, Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Armanc Cerablûs got, "Erdogan çi ji Reqqayê dixwaze? Bila biçe Konya, Dîlokê ji DAIŞ'ê paqij bike. Di serî de Konya û Dîlok tu yê gelek bajaran ji DAIŞ'ê re bike baregeh û piştre bêje 'Ez ê Reqqayê ji DAIŞ'ê paqij bikim'. Kî wê ji te bawer bike? Di destê me de gelek belge hene ku çeteyên DAIŞ û El Nûsra zilamên te ne. Armanca te ne Reqqa ye, Girê Spî ye. Dema li tevahiya sînor DAIŞ serdest bû, deng jê dernediket. Gelo niha hişê te hatiye serê te ku DAIŞ nebaş e. Bi dagirkirina Girê Spî re dixwazî Kantonên Cizîr û Kobanê ji hev qut bike. Dixwazî Kurdan parçe bike û bi vî rengî li herêmê serdest be."

Cerablûs destnîşan kir ku ew ê Bab, Cerablûs û Reqqayê azad bikin û di vê çarçoveyê de amadekariyên wan hene. Fermandar Cerablûs got, "Dema guncaw nêz e û wê gelên Sûriyeyê bi ser bikevin."