AKP li Amedê li pey rantê ye
Walîtiya Tirk a li Amedê destûr neda Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku şebekeyên ava gemarî, ava baranê û ava vexwarinê yên li Sûrê çêbike. Biryar da vî karî bi xwe bike.
Walîtiya Tirk a li Amedê destûr neda Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ku şebekeyên ava gemarî, ava baranê û ava vexwarinê yên li Sûrê çêbike. Biryar da vî karî bi xwe bike.
Pêkanînên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, roj bi roj zêde dibin. Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, hikûmeta AKP'ê bi şewitandina bajar û mirovan bersiv da berxwedana xwerêveberiyê û niha jî şaredariyan desteser dike. Hikûmeta AKP'ê, destê xwe dirêjî erka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dike, ku hê qeyûm lê bi cih nekiriye.
HIQÛQÎ NÎNE
Walîtiya Tirk a li Amedê biryar da ku karê şebekeyên ava gemarî, ava baranê û ava vexwarinê yên li navçeya Sûrê, ku bi xwe xera kir, çêbike. Ev biryara xwe jî spart qanûna bi hejmara 6306'an ku dibêje 'Di çarçoveya qanûna li ser veguherîna qadên bi rîska afetê re rû bi rû ne, çêkirina tesîsên binesaziyê yên pêwîstî bi wan heye'. Halbûkî ji bo ev qanûn bi cih were anîn, divê saziya pêwendîdar di rewşeke welê de be ku nikare vê wezîfeya xwe bi cih bîne.
BAHANEYA 'EWLEKARIYA JIYANÊ'
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Şaredariya Bajarê Mezin ji bo şebekeyên ava gemarî, ava baranê û ava vexwarinê yên li Sûrê çêbike, serî li Walîtiyê da. Lê belê Walîtiya Tirk zêdeyî mehekê bersiv neda vê daxwaz û serlêdanê. Piştre nivîsek ji şaredariyê re şand û jê re ragihand, ku ew ê bi xwe binesaziya li navçeyê çêbike. Ji bo vê biryara xwe jî bahaneya 'ewlekariya jiyanê ya karkerên şîrketa vî karî bike nîne' weke hincet nîşan da.
WÊ KESÊN NASNAMEYA WAN NEDIYAR ÇÊBIKIN
Xebata ji aliyê Serokatiya Daîreya Koordîasyona Razemeniyê ya Şîrketa Anonîm a Banka Bajaran, li şûna îhaleyê bi rêbaza bazariyê, ji şîrketeke ku navê wê nehatiye diyarkirin re hat dayîn. Li gorî rêbaza bazariyê, saziya pêwendîdar bang li çend şîrketan dike û kar dide şîrketa pêşniyara guncaw dike. Bi gotineke din, yên vî karî bikin ji berê ve tên diyarkirin.
Di dokûmana walîtiyê de, ku ji şaredariyê re hat şandin, navê şîrketê nayê eşkerekirin û nayê gotin, bê çiqas budçe bê dayîn. Her wiha erka kontrolkirinê jî ji şaredariyê re nayê dayîn.