Êrîşên arteşa Tirk a li dijî Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê dewam dike

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê li dar dixin, dewam dike.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê, têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya YPG’ê de ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk şeva 21’ê Îlonê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Korelî yê dikeve Rojavayê Kobanê.

Arteşa Tirk heman şevê li nêzîkî gundê Qeremox ê dikeve Rojhilatê Kobanê jî sînor derbas kir û piştî demekê,carek din vegeriya çeperên xwe.”

Her wiha YPG’ê diyar kir ku şeva 21’ê Îlonê çeteyên DAIŞ’ê jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Alwa yê dikeve Başûrê Şedadê.