Şervanê YPS’ê Yalçin ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin

Şervanê YPS’ê Yakûp Yalçin (Ferhat) ê ku di berxwedan xwerêveberiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû, li Dutaxê hate definkirin.

Şervanê YPS’ê Yakûp Yalçin (Ferhat) ê ku di berxwedana xwerêveberiyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, li Goristan Kanîspî ya gundê Sogukpinar navçeya Dutax a Agiriyê hate definkirin. Cenazeyê Yalçin li goristan gund bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve hate pêşwazîkirin, piştî wecîbeyên olî û şûn de hate definkirin.

Piştî karûbarên definkirinê malbata Yalçin sersaxî qebûl kir.

Li aliyê din Fermandariya Jendermeyan a Dûtaxê ji bo ku merasîma cenaze neyê li dar xistin, gef li xizmên malbata Yalçin kirine.