Li Kerkûkê 6 kes bi gumanbariya êrîşa terorîstî hatin binçavkirin
Polîsê Kerkûkê duh bi şev li taxa Wastî operasyonek pêk anîn û 6 kesên guman ji wan dihat kirin ku amadekariya êrîşa bombeyî dikirin, binçav kirin.
Polîsê Kerkûkê duh bi şev li taxa Wastî operasyonek pêk anîn û 6 kesên guman ji wan dihat kirin ku amadekariya êrîşa bombeyî dikirin, binçav kirin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Ekîd Efresyad li ser operasyonê agahî da ANF'ê û ragihand, di operasyona du bi şev de 6 kesên guman ji wan dihat kirin têkilî bi terorîstan re heye û amadekarî ji êrîşa bombeyî dikirin, hatine binçavkirin.
Efresyad got, "Hêzên me duh bi şev li taxa Wastî li dijî komek guman jê dihat kirin ku amadekariya êrîşa bombeyî dikirin, operasyonek pêk anîn. Di encama operasyonê de her 6 kes hatin binçavkirin û di nava wan de tevî kesên ji Kerkûkê, hin kesên ji derve jî hatine hene. Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan tên lêpirsîn. Piştî lêpirsînê wê ev kes li pêşberî dadgehê bên darizandin."