Qeymeqamê Daqûqê: Divê Salihî lêborînê ji PKK'ê û gelê Kurd bixwaze

Nerazîbûnên li daxuyaniyên Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî zêde dibin. Qeymeqamê Navçeya Daqûq a Kerkûkê Dr. Emîr Xwakerem got, divê Salihî lêborînê ji PKK'ê bixwaze.

Nerazîbûnên li daxuyaniyên Serokê Eniya Tirkmen a Iraqê Erşed Salihî zêde dibin. Qeymeqamê Navçeya Daqûq a Kerkûkê Dr. Emîr Xwakerem jî bersiv da daxuyaniyên Salihî.

Xwakerem diyar kir, daxuyaniyên Salihî ne rast in û jê xwest derhal lêborînê ji gerîla û gelê Kurd bixwaze. Xwakerem got, "Daxuyaniyên dawî nîşan didin ku haya Erşed Salihî ji navçe, bajarok û çeperên Kerkûkê nîne. Ez weke Qeymeqamê Daqûqê bersivê didim Erşed Salihî. Heta ku tu nebîne bê gerîla li çeperên şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê çawa şer dikin, ne mafê te ye ku tu gotinên bi vî rengî bilêv bike. Ey Erşed Salihî te qet şervanên li ser navê mirovahiyê li çeperên şer li dijî DAIŞ'ê şer dikin, dîtiye? Tu qet neçûye çeperên şer."

GERÎLA JI BO XIZMETÊ JI MIROVAHIYÊ RE BIKE HATIYE VÊ HERÊMÊ

Dr. Emîr Xwakerem da zanîn, ku gerîla ji bo şerê DAIŞ'ê bike hatiye Kerkûkê û wiha dewam kir: "Gerîla ji bo xizmetê ji mirovahiyê re bike hatiye vê herêmê. Di şerê herî dijwar de gerîla bi roleke çalak rabû. Gerîla li vê herêmê, li Daqûqê bi qasî 3 salan bi rengekî çalak ev gel parast."

Xwakerem got, "Gerîla li vê herêmê, tevî pêşmergeyan li Wehde û Banşax Gomat û gelek herêmên din ên ser bi navçeya Daqûqê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin û herêm azad kirin. Gerîlayan ji bo gelan, ji bo Kurd, Ereb, Tirkmen û gelên din bi dehan şehîd dan. Li dijî rêxistineke çete ya dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, li Kerkûk, Daqûq û gelek cihên din, li eniyên herî pêş şer kirin û mîna şehîd Merwan, şehîd Armanc û şehîd Denîz bi dehan şehîd dan. Hurmeta me ya li van şehîdan bêdawî ye."

Qeymeqam Xwakerem anî ziman, ku daxuyaniyên Salihî nîşan didin, hin hêzên din dixwazin dest deynin ser rêveberiya Kerkûkê û got, "Ev yek jî xeta me ya sor e. Ji ber vê yekê, lazim e ji gerîla û ji gelê Kurd lêborînê bixwaze."

Xwakerem destnîşan kir, ku daxuyaniyên Salihî yên ji bo derketina gerîlayên PKK'ê ji Başûrê Kurdistanê, xeyal in wiha dewam kir: "Hin hêzên cuda van gotinan bi Erşed Salihî re didin gotin. Weke qeymeqamê Daqûqê ez dibêjim: Daxuyaniyên îdîa dikin ku rêveberiya Kerkûk û Daqûqê di destê PKK'ê de ye, ne rast in û derew in. Gerîla ti carî ne tevlî karê asayîşê ne jî yê rêveberiyê bûne. Bi tenê bi pêşmergeyan re li eniya şer, gel parastine."

Xwakerem wekî din got, "Bi dîtina min, ti hêzeke li pêşiya gerîla bibe asteng nîne û pêwîstiya gerîla bi destûra ti hêzê nîne. Ti hêz nikare gerîlayên PKK'ê ji vê herêmê derxîne."

Qeymeqam Xwakerem her wiha destnîşan kir, ku girîng e gerîla tevî pêşmergeyan cihê xwe di nava operasyonên Reşad Hewîce û Mûsilê bigirin.

...