'Çalakiya min rexnedayîna min e'
Gerîlayê HPG'ê Bahoz Colemêrg ê di 10'ê Hezîranê de li gundê Kêlika Rêzak ê li navenda Şirnexê çalakiya fedayî pêk anî, di nameya xwe de destnîşan dike, ku ew dixwaze tola berxwedêrên xwerêveberiyê hilîne.
Gerîlayê HPG'ê Bahoz Colemêrg ê di 10'ê Hezîranê de li gundê Kêlika Rêzak ê li navenda Şirnexê çalakiya fedayî pêk anî, di nameya xwe de destnîşan dike, ku ew dixwaze tola berxwedêrên xwerêveberiyê hilîne.
Hikûmeta AKP'ê ku 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî qadên gerîla dest bi êrîşeke berfireh a hewayî û bejahî kir. Di heman demê de li dijî Kurdistaniyên xwe diparastin, komkujî pêk anî. Yekîneyên Parastina Gel (HPG, YPA Star, YPS û YPS Jinê) jî bersiv dan van êrîşan û li dijî gelek saziyên dewleta Tirk çalakî pêk anîn.
Piştî ku êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê giran bûn, hêzên gerîla jî bi çalakiyên fedayî bersiv dan êrîşan. Nameyên gerîlayên ev çalakiyên fedayî pêk anîn, ji aliyê Fermandariya Navenda Parastina Gel ve bi ajansa me re hatin parvekirin.
'EZ DIXWAZIM TOLA GELÊ XWE HILÎNIM'
Gerîlayê HPG'ê Bahoz Colemêrg (nacî Bozkûrt) di 10'ê Hezîranê de li gundê Kêlika Rêzak ê navenda Şirnexê, li dijî nuqteyeke leşkerî bi wesayîta bombebarkirî çalakiyeke fedayî pêk anî. Di vê çalakiyê de zêdeyî 20 leşker hatin kuştin û derb li gelek maşînên li nava qereqolê ket.
Bahoz Colemêrg (Nacî Bozkûrt) ê di sala 1994'an de li Colemêrgê ji dayik bû, di sala 2010'an de tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bahoz Colemêrg li gelek herêman têkoşiya û herî dawî di berxwedana xwerêveberiyê de bi rengekî çalak şer kir. Gerîla Bahoz biryar da ku li dijî komkujiyan çalakiyê pêk bîne û vê rewşê wiha rave dike: "Berxwedan, biryardarî û dilsoziya li Şirnexê bi ser ket. Ji ber êrîşên dewleta Tirk, hemû hevrêyên me yên li berxwedana xwerêveberiyê şehîd bûn. Ji ber vê berpirsyariyê ez xwe deyndarê hevrêyên xwe û gelê xwe dibînim û biryara çalakiyê didim. Weke hedefa çalakiyê jî min girê Kêlika Rezak ê li navbera Şirnex û Gundikê Melê hilbijart. Ji bo vê jî pêşniyar dikim ku çalakiya fedayî pêk bînim."
Di dawiya nameya xwe de Bahoz Colemêrg destnîşan dike ku ew dixwaze tola berxwedêrên di berxwedana xwerêveberiyê de hatine qetilkirin hilîne û dibêje, ev yek wê bibe rexnedayîna herî mezin a wî. Colemêrg dibêje, "Ez dixwazim heyfa dayikên me, xwişk û birayên me û hevalên me yên li Cizîr, Silopiya, Şirnex û Hezexê hilînim. Ez ê tola me ji wan namerdan hilînim; ez ê wan namerdan li ser axa Kurdistanê nehêlim. Lewma ev yek rexnedayîna min a herî mezin e ji bo Rêbertî, şehîdan, gelê min û partiyê ye."
BEŞEK JI NAMEYÊ
Beşek ji nameya Bahoz Colemêrg, ku bi dirûşma "Bila berxwedan û fedekarî li dilê we bineqişe, azadî ya gelê Kurdistanê ye" diqede, bi vî rengî ye:
"Ez Bahoz Colemêrg. Di sala 1994'an de li Colemêrgê ji dayik bûm. Di payîza 2010'an de tevlî bûm. Di nava PKK'ê de min xwe gihand wate û cewhera azadî, rastî, hevrêtî, milîtanî û her tiştên jiyanê. Bi rastî jî min fêhm kir, bê mirovek çawa dikare bi rengekî mezin bijî. Dema min encama keda Rêbertî û hevalên şehîd bûne dît, bi rastî jî hejiyam. Ji ber vê yekê jî min ji xwe re got, 'Bahoz ji niha û pê ve rast guhdarî bike, rast baxive, rast fêhm bike, rast bi cih bîne û divê tu bibe fedayî.'
Beriya tevlî bibim min qet pirtûk nexwend. Rojekê birayê min pirtûkek ji min re anî. Pirtûka bi navê 'Kasirga Tabûrû' bû. Min ev pirtûk rojên ewilî rojê saetekê dixwend. Roj bi roj min dixwest hîn bêhtir bixwînim. Ji bo vê jî min li pola dibistanê, di navbera perwerdeyê de, li malê, hema bêjin di her kêliya xwe ya vala de min xwend. Vê pirtûkê qala jiyana li tabûreke gerîla dikir. Ji xwe piştî ku min xwendina pirtûkê qedand, ketim nava lêgerîna tevlîbûnê. Dûre di payîza 2010'an de tevlî bûm. Dema mirov li rêbaza jiyanê ya hevalên pêşeng dinêrin, mirov pêwîstiyê pê dibînin ku xwe di parzûnê partiyê re derbas bikin.
Berxwedan, biryardarî û dilsoziya li Şirnexê bi ser ket. Lê belê dijmin bi rengekî hovane yekîneyên parastinê û gelê li Şirnexê qetil kir. Hilanîna tola hevrêyên min ji bo min erkeke mezin e. Ji bov ê jî pêşniyarê dikim ku li dijî Girê Kêlika Rezak ê li navbera Şirnex û Gundikê Melê çalakiya fedayî pêk bînim.
Ez çûm, min keşf kir. Pêkan e. Lê li jora wê qereqoleke din jî heye. Li wê qereqolê tankek û carna jî 2-3 maşînên zirxî hene. Ez li ser fikirîm ku li vir çalakiyê bkim. Min biryara xwe da, ku divê ev çalakî fedayî be. Bêguman ji her kesî heye ku ez ê li girê jêrîn çalakiyê bikim. Ji ber vê jî min mala kesî nekşinad ser. Ez dixwazim heyfa dayikên me, xwişk û birayên me û hevalên me yên li Şirnex, Silopiya, Cizîr û Hezexê hilînim. Ez ê tola me ji wan namerdan hilînim; ez ê wan namerdan li ser axa Kurdistanê nehêlim. Lewma ev yek rexnedayîna min a herî mezin e ji bo Rêbertî, şehîdan, gelê min û partiyê ye.
Azadî ya gelên Kurdistanê ye!
Bila berxwedan û fedekarî di dilê we de bineqişe!
Ya tu yê bi rehetî bilê û biçe, yan jî em ê xaka Kurdistanê li te qedexe bikin!
Bijî Serok Apo'!
Bê Serok jiyan heram e!
NOT: Di dilê min de gelek tişt hene ku nikarim li defterê binivîsînim. Bila wê jî, hevalên min nas dikin vebêjin.
Bi silav û rêzên xwe yên şoreşgerî...
09.06.2016
BAHOZ COLEMÊRG"