Qeymeqamên ku bi ‘Bêexlaqiyê’ dihat sûcdarkirin bi qeyûmê hate wezîfedarkirin!

Ondar Çan ê ku bi qeyûmê ji bo Îpekyolûyê hate destnîşankirin der ket holê ku ji beriya niha bi sûcê ‘Bêexlaqiyê’ lêpirsîn di derbarê wî de hatibû destpêkirin. Hat diyarkirin ku Çan ji bo dixtorekî jin dijûnên zayendî kirbû.

Di derbarê Qeymeqam Onder Çan ê ku bi qeyûmê li navçeya Îpekyolû ya Wanê dest bi wezîfeyê kir de, ji berê li naçeya Zurzuran a Erdexanê dema ku qeymeqam bû, ji ber dijûnên zayendî yên ku bi rêya telefonê ji dixtorekî jin re kirbû, ji aliyê walîtiyê ve lêpirsîn di derbarê wî de hatibû destpêkirin.

Qeymeqam Onder Çan ê ku 11’yê Îlonê ji aliyê Wezîrê Karê Hindir ve bi qeyûmê ji bo Şaredariya DBP’ê ya navçeya Îpekyolû ya Wanê hate wezaîfedarkirin, ji beriya niha li navçeya Zurzuran a Erdexanê qeymeqamtî, li Sêrtê jî alîkaritiya walîtiyê kiriye. Çan bi taybet dema ku li Zurzuran qeymeqam bû ji ber dijûnên zayendî yên li hember jinekî dixtor kiribû bibû rojev, bi rojan di çapemeniyê de deng vedabû.

DENGÊ WÎ YÊ TELEFONÊ DER KETIN

Bûyera sosret di di sala 2008’an de pêk hatibû û dengê wî di dosyaya Suleyman Ovali yê Qeymeqamê Xankê dema ku li Erdexanê de kar dikir û dijûn ji Walîtiya Wanê re kiribû amade kirî de derket holê. Ovali bi detayan giliyê Çan li Walîtiyê kirbû. Li gorî vê Onder Çan qeymeqamê wê demê , deng têkildarî erkdara jina dixtor e derket holê, dijûn ji qeymeqamê ku wekalet dayî û ji walî re kir.

Di derbarê Çan de hem ji ber ku dijûn ji walî û erkdarekî jin a dirxtor ku li herêmê kar dikir re kirye lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Çan, dema ku 8’ê Kanûnê li ser mijara destûr daye dixtorekî, bi telefonê li Qeymeqamê Hanak Sûleyman Ovali ê ku li şûna wî wekalet daye lêgeriya, li ser vê yekê aciz dibe û heqaret li Ovali û Waliyê Erdexanê dike û dijûnên zayendî yên mîna “Bi înada wî waliyê bênamûs, Ez ê wê dixtorê bibim…”

Piştî derketina holê ya bûyera sosret û şûn de Qeymeqam Suleyman Ovali wiha got: “ Bûyer rast e, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji ber vê sedemê ez hê zêdetir naxivim.”

Walî Selîm Cebîroglû jî wiha gotibû: “Di lêpirsînekî cuda de jî, têkildiya wî ya bi dixtorê re derketiye holê.

Hat ragihandin ku jina ku têkiliya wî bi Çan re xirabî û şûn de ew ji kar dûrxistibû.

Dixtor B.D a ku di axaftinan de navê wê tê gotin, îdîayên heyî red kir û diyar kir ku ti têkiliya wê bi Qeymeqam Çan re nîne.

 

...