Li Silopiyayê 2 endamên YPS Jinê jiyana xwe ji dest dan
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, roja 12'ê Îlonê 2 endamên YPS Jinê li gundê Rubaiyeyê li çeteyên qesrê rast hatine û ji bo tiştek bi gundiyan neyê xwe feda kirine.
Koordînasyona Giştî ya YPS'ê diyar kir, roja 12'ê Îlonê 2 endamên YPS Jinê li gundê Rubaiyeyê li çeteyên qesrê rast hatine û ji bo tiştek bi gundiyan neyê xwe feda kirine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Giştî ya YPS'ê de li ser mijarê ev agahî hat dayîn:
"Roja 12'ê Îlonê 2 endamên me yên YPS-Jinê dema li gundê Rûbaiye yê Silopiyayê bi erka xwe radibûn, li çeteyên qesrê rast hatin. Her du endamên me, ji bo gundî nebin hedefa êrîşa dijmin, xwe feda kirin û şehîd bûn. Nasnameyên her du endamên me yên YPS-Jin ên ji bo gel zerarê nebîne xwe feda kirin, bi vî rengî ne:
Marya Ûmût / Şadiye Aygun / Hûrî - Omer / 1981 - Nisêbîn / 2011 - Stenbol / 12'ê Îlonê - Silopiya
Ronahî Amara / Şîlan Yildirim / Zahîde - Halîl / 1995 - Pirsûs / 2013 - Mersîn / 12'ê Îlonê - Silopiya"