Li Qers û Şirnexê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG'ê li dijî leşkerên Tirk ên 19'ê Îlonê li bejahiya gundê Kaniya Kaymakam a Şirnexê derketin operasyonê, çalakiya sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser operasyonên artêşa Tirk û çalakiyên gerîla yên dema dawî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: 19'ê Îlonê, artêşa TC li Geliyê Helena, Geliyê Bûnalim û Kanî Guskê yên ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir.

21'ê Îlonê saet di 10:00 de, hêzên me bi hawanan li kepçeyên artêşa TC ên li ser girê Şehîd Cahîd ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Di vê çalakiyê de derb li kepçeyekê ket. Di encama çalakiyê de xebata li ser gir dihat kirin, hat sekinandin.

ÇALAKIYA LI ÇELÊ

Roja 20'ê Îlonê saet di 15:00 de hêzên me bi çekên giran li dijî alaya Geman a li navçeya Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de, du maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û kobra yên ji alayê derdiketin, bi roketan hedef hatin girtin û di encamê de maşîna zirxî ya bi tîpa kîrpî rûxiya, ya kobra jî derb xwar. Her wiha derbên roketê li avahiyên alayê ketin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa kobra rakir.

LI DIJÎ HÊZA OPERASYONÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Artêşa TC di 19'ê Îlonê de li bejahiya gundê Kaniya Kaymakam a li Şirnexê dest bi operasyonekê kir. Roja 20'ê Îlonê saet di 08:00 de, leşkerên derketin operasyonê yên li mintiqeya Deriyê Risorê bi cih bûn, ji aliyê gerîlayên me ve hatin dorpêçkirin. Hêzên me yên gerîla saet di 08:30 de li mintiqeya Deriyê Sêvê li van leşkeran dan. Di encama çalakiya sabotajê de 2 leşker mirin, gelek jî birîndar bûn. Artêşa TC danê êvarê xwe ji herêmê vekişand.

Hêzên me roja 19'ê Îlonê saet di navbera 16:00-19:00 de li ser rêya navbera navçeya Berwarî ya Sêrtê û Şax a Wanê kontrola rê kirin. Li vê derê nasname hatin kontrolkirin û li ser pêvajoyê agahî hat dayîn.

20'ê Îlonê, artêşa TC bi tevlîbûna cerdevan û kontrayan li herêma Garisa ya Sêrtê derket operasyonê. Li vê derê di navbera hêzên me û dijmin de şer derket. Agahiyên li ser vê operasyonê û şer, wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

22'ê Îlonê saet di navbera 03:00-04:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li mintiqeyên Şehîd Norşîn û Şehîd Akîf ên herêma Bagokê ya li Mêrdînê barandin.

LI QAXIZMANÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ QEREQOLA POLÎSAN

21'ê Îlonê saet di 23:40 de, hêzên me li dijî qereqola polîsan a li navenda navçeya Qaxizman a Qersê çalakiyek pêk anîn. Gerîlayên me bi çeka RPG-7 li kulûbeya nîzamiye ya li qereqola polîsan dan û kulûbe tevî polîsên tê de îmha bû. Hêzên me di heman demê de derbên xurt li avahiya qereqolê dan û şewat li qereqolê derket. Hejmara polîsên di vê çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Di heman demê de hêzên me li girê bi navê Kûrtkûlagi yê leşker li ser bûn, xistin. Hejmara leşkerên li vir hatin kuştin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

20'ê Îlonê, li qada Kula ya navçeya Qaxizman a Qersê, artêşa Tirk operasyonek da destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û artêş TC de şer derket. Agahiyên li ser vê operasyonê bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

ÎŞKENCE LI GERÎLAYA DÎL HAT GIRTIN KIRIN

17'ê Îlonê, gerîlaya me ya bi navê Sema Amed a ji wezîfeyê vedigeriya, ji bo nekeve bin kontrolê ji neçarî wesayîtek di rê de sekinand û bi lez xwest ji mintiqeyê derkeve. Lê belê ev hewldana ji neçarî ya derketina ji herêmê, li nuqteyeke din a kontrolê bû sedem ku hem ajokar hem jî hevala me bê girtin.

Leşker û kontrayên ku îşkenceyên li derveyî mirovahiyê li hevala me Sema kirin, ev dîmen di medya civakî de weşandin. Divê were zanîn, wê hesab ji her êrîşên dijminane were pirsîn, ku di asta heqaretê de û sûcê li dijî mirovahiyê li esîran dikin.

Ajokarên hatin girtin û îşkenceyên giran li wan hatin kirin, ti eleqeya wan bi gerîlayên me re nîne."