KHM: Kesên ku li Sasonê di bin çavan de ne, ev 48 saete tên êşkencekirin!

KHM’yê, diyar kir ku kesên ku li Sasonê hatin girtin tên êşkencekirin, daxwaz kir ku bi lezgîn dozger ji peywirê bê girtin.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê (KHM) a Şaxê Êlihê diyar kir ku kesên ku li Sasonê hatin binçavkirin tên êşkencekirin.

KHM’ê ya ku daxuyaniyek nivîskî da û ev agahî parvekirin: “39 kesên ku di nav de rêveberên HDP û DBP’ê yên Hezo, Serokê berê yê Şardariya Êlihê Nejdet Atalay – endamê PM yê DBP’ê Mehemt Candemîr, li Sasonê ev 48 saetin bi kelepçekirî tên êşkence kirin.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke komele li ser nerazîbûnên me jî ji aliyê dozger ve nehate nirxandin û dozger bê navber êşkenceya xwe zêde dike û didomîne.” ev îfade di daxuyaniyê de cih gitin:

“Parlemeterên ku hatin binçavkirin dema ku razayî yan jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê dikin jî kelepçekirîne, tevî her cure heqaret û dijûn rastî nêzîkatiyên xirap û êrîşên pîskolojî û fîzîkî tên. Bi awayekî bê hiqûqû di saet 5:00’ê sibehê ji xew tên rakirin û neçarî îfade dayînê dikin.”

‘EGER KU DOZGER JI PEYWIRÊ NEYÊ GIRTIN, NAKEVIN ÎFADEYÊ’

Şaxê KHM’ê yê Êlihê wiya anî ziman: “Li dijî hişmendiya ku di çarçoveya operasyonên siyasî ku vîna gel kelepçe dikin û hemû sînorên hiqûqê derbas dikin, dixwazin êşkenceyê bikin, em ê mafê xwe yê hiqûqî û têkoşîna hiqûqê dewam bikin.” hat diyarkirin ku heta dozgerê li ser dozê ji peywirê neyê girtin û êşkence bi dawî nebin wê nekevin îfadeyan.