Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Dêrikê hat weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li nêzî gundê Kozberî yê Dêrika Çiyayê Mazî weşand, ku di vê çalakiya 25'ê Tîrmehê de maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder bi temamî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî mijarê ev agahî da: "Roja 25'ê Tîrmehê danê nîvro, li nêzî gundê Kozberî yê navçeya Dêrik a Mêrdînê, gerîlayên me li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa Ejder çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Medya şerê taybet a AKP'ê, têkildarî encamên vê çalakiyê de hem xwe hem jî civak xapandiye. Em agahiya xwe jî sererast dikin, ku me beriya niha gotibûn herî kêm 4 polîs mirin e. Di vê çalakiyê de ku dîmenê wê jî ji aliyê gerîlayên me ve hat kişandin, 8 polîsên tîmên taybet (POH) hatine kuştin."