Rûniştina doza Pirsûsê bêyî amadebûna bersûc pêk hat
Doza bi sûcdariya "Erka xwe bi nebaşî bi kar aniye û xemsarî kiriye" li Mehmet Yapalial hat vekirin, îro li Dadgeha Ceza ya Esliye ya Pirsûsê hat dîtin.
Doza bi sûcdariya "Erka xwe bi nebaşî bi kar aniye û xemsarî kiriye" li Mehmet Yapalial hat vekirin, îro li Dadgeha Ceza ya Esliye ya Pirsûsê hat dîtin.
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan beşdarî rûniştinê bûn. Lê belê Yapalial ê di dema komkujiya Pirsûsê de midûrê emniyetê bû û doz lê hatiye vekirin, tevlî rûniştinê nebû.
Rûniştina destpêkê ya li dijî Yapalial hat vekirin, wê di 22'ê Îlonê de bihata kirin. Lê belê ji ber ku Yapalial piştî komkujiyê li Mûglayê hat wezîfedarkirin, bi fermanê îfadeya wî hatibû girtin. 1. Dadgeha Cezayê Giran a Mûglayê, bêyî agahiyê bide parêzeran, rojek beriya roja hat diyarkirin, îfadeya Yapalial girtibû.
Di rûniştina îro de, ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Ûçar mafê axaftinê girt û li dij derket ku darziandin li dadgeheke ne erka wê ye, dewam dike. Ûçar da xuyakirin, ku Yapalial yek ji bersûcên ji rayedarên dewletê ye û xwest ji sûcê 'kuştina mirovan bi zanebûn' were darizandin. Parêzer Ûçar diyar kir, komkujiya hatiye kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku xwest doz li Dadgeha Cezayê Giran were dîtin.
Heyeta dadgehê ji bo nirxandina vê daxwaza parêzer Ûçar navber da rûniştina dozê û piştî navberê ev daxwaza parêzer red kir.
MALBATAN DAXWAZA EDALETÊ KIRIN
Piştre bav Mehmet Ozkan ê ku kurê wî Ûgûr Ozkan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, mafê axaftinê girt. Ozkan da xuyakirin, ku ew giliyê hemû berpirsyarên komkujiyê dike û dixwaze tevlî dozê bibe. Ozkan anî ziman, ku ne tenê ji ber kurê xwe ji dest daye, ji bo komkujiyên bi vî rengî careke din li Tirkiyeyê nebe, ew daxwaza edaletê dikin.
Heyeta dadgeha Tirk rûniştina dozê taloqî 28'ê Mijdarê kir.